Di hefteya 700'emîn de ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê piştgirî

  • 13:35 25 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê  ku ket hefteya 700'emîn de li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û hat gotin; "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin." 
 
Bi minasebeta çalakiya  Dayikên Şemiyê a li Qada Galatasarayê ku ket hefteya 700'emîn li gelek navendan daxuyanî hat dayîn. Di serî de li Stenbolê, li Enqere, Wan, Amed, Êlih, Edene û li gelek navendên din di daxuyaniyên ku hatin dayîn de di hefteya 700'emîn de daxwaza, "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat nûkriin. 
 
Wan
 
Dayikên Şemiyê ji bo kujer bên darizandin di hefteya 700'emîn de li Qada Galatasarayê xwestin çalakiyê li dar bixin. Xizmên windayan ji bo amadekariya hefteya 700'emîn bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  a Wanê li ber Perqa Feqiyê Teyran daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Parlementerên HDP`yên Wanê rêxistinên HDP, DBP û Dayîkên Aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên wendeyan û pankarta “ Em 700 heftîne dipirsîn,  wenda aşkerene, kujerl li ku ne?” Her wiha dovîzên ku “Dayîkên Şemiyê Edeletê dixwazin” hatin rakirin. 
 
'Têkoşîna me dê heya dawiyê bidome'
 
Destpêkê hevsera Mehmet Ertak ê ku di sala 1992' de di bin çavan de hat wendakirin Emine Ertak axivî Emîneyê bi lêv kir ku ew ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivi;“ Em bi salane ji bo ku hestiyên zarokên xwe, hevserên xwe bibînîn tedikoşîn. Hevserê min jî di bin çavan de hat wendakirin. Ev bi salane ez ji bo ku hestiyên wî bibînim li gel zarokên xwe tedikoşîn. Em edeletê, aşitiyê û wekheviyê dixwazîn. Têkoşîna me dê heya dawiyê bidome”
 
'Ji bo ku kujer bên dîtin heya niha aliyê dewletê ve tu gavên girîng nehatine avêtin'
 
Piştî Emîneyê endama rêveberiya ÎHD`ê Wanê Ozlem Altun daxuyanî xwend. Ozlemê got ku kesên ku di sala 1995`an de hatine wendakirin dê tu car neyên jibîrkirin û wiha got:“Li Tirkiyeyê di salên 90`an de bi hezaran mirov aliyên hêzên dewletê ve di binçavan de hatine wendakirin. Em wek parezvanên mirovahiyê em dibêjin heya ku wenda tên dîtin û edelet pêk tê em ê tebikoşin û ev têkoşîna me li gel Dayikên Şemiyê di hefteya xwe ya 700`î de ye. Em 700 heftîne hesabê di binçavan de mirovên ku hatibe wendakirin dipirsin û têkoşîna xwe ya bêdawî didomînîn. Lê mixabin ji bo ku kujer bên dîtin heya niha aliyê dewletê ve tu gavên girîng nehatine avêtin û hesab nehatiye pirsîn. Em wek ÎHD'ê daxwaziyên me aşkere û zelal in. Em dibêjin divê ew kesên ku bi zorê hatine wendakirin bên dîtin. Faîl û berpirsyar divê bên darizandin û divê dewlet berpirsyariya di bin çavan de wendabûnê bigire. Em ê dev ji têkoşînê bernedin.”
 
Piştre êrîşa ku li qada Galatasarayê li ser Dayikên Şemiyê pêk hat hat şermezarkirin. 
 
Enqere
 
Bi minsebeta 700'emîn çalakiya Dayikên Aştiyê li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqeryê  daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Parlamenterên HDP2ê Kemal Bulbul û Kemal Pekoz, Rêveberên ÎHD'ê yên Enqereyê, nûnerên saziyên demokratîk, rojnameger Huseyîn Aykol, xizmên girtiyên nexweş û gelek welatî amade bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê rêvebira ÎHD'ê ya Enqereyê parêzer Salîha Şahîn ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: "Em wekî ximên kesên  ku di bin çavan de hatin windakirin û parstvanên mafên mirovna çalakiya ku me bi dirûşma "Em dixwazin ku winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin" dabû destpêkirin îro di roja 700'emîn deye.  Em wekî malbatên kesên winda û parstvanên mafên mirovan bi çalakiya ku her hefte li dar dixin dixwazin ku winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin."
 
Salîha daxwazên ÎHD'ê yên ji bo ditina windayan wiha anîn ziman: 
 
"* Divê aqûbeta kesên bi zorê hatin windakirin bê ronîkirin. 
 
* Bila berpirsiyarê windayan bên dîtin û darizandin. 
 
* Divê dewlet berpirsiyarî û sûcê xwe yê windakirinê qebûl bike. 
 
* Divê dawî li parastina kujer û berpirsiyaran bînin. Divê edalet pêk bê. 
 
* Divê windakirina mirovan wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û bibe zagon. Ji bo cezakirina vê yekê jî divê gav bên avêtin. 
 
* Divê Tirkiye peymana Neteweyên Yekbûyî ya cezakirina kesên bi zorê revandine û winda kirine pêk bîne. 
 
*  Divê Tirkiye bibe aliyê Statuya Roma ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ava kiriye." 
 
Amed 
 
Li Amedê jî ÎHD'ê û xizmên windayan li Parka Koşuyoluyê li ber Bîrdariya Mafên mirovan çalakî li dar xist. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de, Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun û endmên komeleyê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê  Remziye Tosun, Semra Guzel, Salîha Aydenîz, Selçûk Mizrakli, Derêsim Dag,  Parlamentgera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamentera Sêrtê  Meral Daniş Bêştaş, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û xizmên windayan amade bûn.
 
Di çalakiyê de di serî de ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ya 7'00'emîn a li Qada Galatasarayê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun axivî û wiha got: "Em êrîşa li ser Dayikên Şemiyê ku di hefteya 700'emîn a li Qada Galatasarayê pêk hat şermezar dikin û bang li her kesên li vêderê dikin ku ji bo yek deqeyê çalakiya çepikan pêk bînin."
 
Di çalakiya ku bi çepikan ji Dayikên Şemiyê re piştgirî hat dayîn de Hevserokê KCD'ê berdan Ozturk jî wiha got: "Bersivê bidin xizmên windayan. Lê dewlet bersivê nade. Ji ber ku dibêje ew bersivê nadin Gelê Kurd û em jî Gelê Kurd in."
 
Êlih
 
ÎHD'a Êlihê û xizmên windayan ku çalakiya xwe ya bi dirûşma "Bila winda bêndîtin û kujer bên darizandin" ji ber OHAL û qedexeya Waliyê Êlihê ku naber dabûnê di hefteya 404'an de li ber bîrdariya Mafên Mirovan a li kolana Gulistanê carekedin hatin gel hev. Di çalakiyê de xizmên windayan, parstvanên mafên mirovan, Heserokê ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz, Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê  û gelek kes tevli çalakiyê bûn.  Di çalakyê de pankarta li ser "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. 
 
'Me dest ji daxwazên xwe berneda'
 
Di çalakiyê de Hevserokê ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz avî û diyar kir ku ew piştî bi 2 salan ji bo carekedin equbeta windayan bipirsin û bibêjin bila kujer bên darizandin li vir in." Devran di berdewamiya axaftina xwe de çalakya Dayikên Şemiyê jî bi bîr xist û wiha got: "Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li ber Lîseya Galatasarayê îro di hefteya 700'emîn de hat lidarxistin. Ev roj rojeke taybet e. Dayikên ku her roja Şemiyê li equbeta zarokên xwe diprisin îro bi pêkanîneke dijmirovî re rûbirû man û nehat hiştin ku li equbeta zarokên xwe bipirsin .Em vê pêkanînan dijdemokratîk şermezar dikin."
 
Ji rêveberên ÎHD'ê Zekî Tanguner jî daxuyaniya hefteyê xwend û wiha got: "Cara 700'emîn e ku xizmên windayan li Qada Galatasarayê equbeta xizmên xwe dipirsin. Em dixwazin ku kuher bên darizandin. Divê ku dewlet li sûcê xwe xwedî derê."
 
Piştî axaftinan xizmên windayan çalakiya 5 deqîqe li dar xistin.
 
Edene
 
ÎHD'a Edeneyê jî bi heman armancê li Parka Abidin Dino daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de dowîzên “Dem ji bo veşartina kujeran dibore", “Faîl diyar in, winda li ku ne?" û “Edalet dawî li bêcezatiyê tîne" rakirin. Gelek nûnerên siyasî jî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera ÎHD'ê ya Edeneyê Zelal Demiray, diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê ku di 27'ê Gulana 1995’an de dest pê kir, 700 hefteye didome û malbat li edaletê digerin. Demîray, anî ziman ku malbat 700 hefte ne li xizmên xwe digerin û lê windakirina wan 23 salîn tê înkarkirin. Zelal, xwest berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.