Berxwedana Dayikên Şemiyê li Galatasarayê berdewam dike
- 13:05 25 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Li Qada Galatasarayê kesên ku di nav wan de parlamenterên HDP'ê jî hebûn û xwestin têkevin qadê bi êrîşa polîsan re rûbirû man, berxedana Dayikên Şemiyê a li qadê jî berdewam dike. Hat aşkerakirin ku dayikên ji ber êrîşan xwe li kafeyan girtin jî gelekên wan ji ser hişê xwe çûne.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin vê hefteyê jî ji bo çalakiya xwe ya hefteya 700'emîn li qadê kom bûn. Çalakiya dayikan ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qedexekirin. Polîsê ku êrîşî xizmên windayan ên xwestin bikevin qadê kirin gelek kes binçav kirin.
Girseya ku xwest bikeve qadê ji aliyê TOMA'yan ve hat astengkirin. Koma ku parlamenterên HDP'ê jî di nav de bûn. Li ber TOMA'yê bûn yek. Pişter polîs bi gaza îsaotê û bi guleyên plastîk êrîş kir. Gelek kes ji ber gazê neyînî bi bandor bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Dayika Murat Yildiz ê ku di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz bertek nîşanî êrîşa polîsan da û wiha got: "Êdî bes e hûn ji me çi dixwazin. Em dixwazin ku kujer bên darizandin. Di vê riyê de mirin heye lê veger tune ye. Hun çi ji van mirovan dixwazin."
Qada ku her hefte dayikan lê çalakî li dar dixist polîs nobetê digirin û nahêlin ku kesek bikeve qadê. Derdora Qada Galatasarayê bi 12 otobusên polîsan û bi TOMA'yan hat dorpêçkirin.








