Li Êrîvanê ji bo Abdullah Ocalan civîn hat lidarxistin
- 12:29 25 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇAYEAN - Li Êrîvanê di derbarê tecrîda girankiriyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de civînek hate lidarxistin û di civînê de rol û tecrîda li ser Ocalan hate niqaşkirin.
Li Payitexta Ermenistan Êrîvanê derbarê tecrîda girankiriyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de civînek hate lidarxistin û di civînê de rol û tecrîda li ser Ocalan hate niqaşkirin. Civîn, ji hêla Komîteya Kurdistanê, Şêwra Yêkîtiya Kurdên Ermenistanê ya Neteweyî û Yekîtiya Jinên Azad ve hate lidarxistin.
Ji bo civîna ku hat lidarxistin nêzî 30 rewşenbîr û rûspiyên kurdan ên li Ermenistanê û ronakbîrên Ermenîstanê tevlî civînê bûn û soza xwedîderketina li Abdullah Ocalan û têkoşîna wî hat dayîn.








