Hun Nîgar, Şamîran û Yildiz yên ji Efrînê ku li girtîha Tersusê dimînin nas dikin?

  • 09:47 9 Tebax 2018
  • Rojane
EDENE - Jinên mexdurên şerê li Efrînê ev meheke ji ber sûcê ku nizanin girtî ne.  Nîgar, Şamîran û Yildiz yên ji Efrînê û niha li girtîgeha Tarsûsê ne, hêmaya  sûcê wan, îfadeyên OSO yên ji aliyê dadgehên tirk ve hatine qetbûlkirinê ne.
 
Sê jinên ji Efrînê ku niha li girtîgeha Tersûsê girtî ne, Nîgar Bakir, Şamîran Nahsen û Yildiz Muhammet beyî sûc di girtîgehê de ne. Drama jinan jî bi serlêdana Komîsyona Şopandina Girtîgeha Edeneyê derket holê. Her sê jin jî piştî operasyona Efrinê ji aliyê OSO’yê ve teslîmî TSK’ê hatine kirin. Li ser daxwaza jinan di 1’ê Tebaxê de jinan bi serokê komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edenê parêzer Tugay Bek re hevdîtin kir.
 
Agahiya kesî jê tune ye
 
Parêzer Tugay Bek rewşa jinên di qawîşa serbixweyan de dimînin wiha vegot: “Ji van jinan yek di meha gulanê de, yek di hezîranê de ya din jî dîsa di gulanê de anîne Tirkiye yê. Agahiya wan ji malbatên wan tune ye. Parêzerên wan tune ne. Der barê dozên xwe de tiştekî nizanin. Yanî agahiya kesî ji wan tune ye.”
 
Nîgar Bekîr û pitika wê Lîlat
 
Nîgar Bekîr 40 salî ye û beriya şer li Sûriyeyê mamostetî kiriye û bi malbata xwe re li Reqayê jiya ye, piştî Reqa hatiye dagirkirin, çûne  Cindirêsê. Nîgar li Efrînê di şaredariyê de karmend dest bi kar kiriye. Li gorî agahiyên OSO’yê daye, TSK’ê Nîgar aniye Reyhanliyê û piştre ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh ve hatiye girtin. Nîgar diyar dike ku kesê li ser wê îfade daye, di dema ew di şaredariyê de dixeibtî ji bo vekirina îstasyona petrolê serlêdan kiriye lê bi hinceta zirarê dide zeytûnan qebûl nekiriye û ji ber vê jê hêrs bûye. Ji bilî vê agahî û belge tune ne.
 
Lîlat a bi dayika xwe re ketiye girtîgehê niha 6 mehî ye.  Ji ber stresê şîrê Nîgarê ziwa bûye û ji 4 keçên xwe û hevjînê xwe jî tu agahiyê nagire. Di rojên borî de yekem runtiştina Nîgarê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê hat dîtin û biryara berdewamkirina girtina wê hat dayîn. Runiştin taloqî 26’ê îlonê hat kirin.
 
3 mehe di girtîgehê de ye, nizane ku bi çi tê sûcdarkirin
 
Jineke din Yildiz Muhammet  beriya şer li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijiya. Yildiz ya 18 salî û malbata xwe bi pevçûnan re koçî Kilîsê dikin û karkeriya çandiniyê dikin.  Bi pismamê xwe re nîşanî dibe û ji bo dawetê bar dike Sûriyeyê.  Li wir bi destgirtiyê xwe re pirsgirêkan dijî û dixwaze dest jê berde. Lê bavê wê dixwaze wê bikuje. Piştî vê Yildizê tevlî YPJ’ê dibe.  Yildiz ya 15 rojan di nav YPJ’ê de dimîne ji aliyê OSO’yê ve li Efrînê tê girtin û wê dibin Kilîsê. Li dadgehê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ ev 3 mehe girtî ye. Der barê wê de tu îdianame û doz tune ne.
 
Dixwest xaniyê xwe bigirin
 
Şamîran Nahsen ya 45 salî jî li Cinderesa Efrînê dijiya û piştî pevçûnan koçî Helebê dikin. Piştî herêma Efrînê ket destê OSO û TSK’ê, Şamîran û malbata xwe dixwazin vegerin mala xwe lê vê carê rejîm pêşî li wan digire.  Malbat tevî hemû zehmetiyan vedigerin Efrînê.  Lê her tiştê wan hatiye desteserkirin.  Malbat ji OSO’yê malên xwe dixwazin lê OSO 2 hezar û 500 dolar ji wan dixwaze. Bi fermandarên TSK’ê re jî hevdîtinan dikin û dixwazin xaniyê xwe paşve bigirin. Rayedar jî ji wan re dibêjin em ê we bişînin Tirkiyeyê derdê xwe li wir bibêjin.
 
Şamîran û hevjînê wê Abdurrahman Hasan tînin Reyhaniyê û tên girtin. Şamîranê dibin Tarsûsê û hevjînê wê jî dibin Hatayê.  Ne doz û ne jî îdianameyek der barê wan de heye. 
 
'Jinên ji Efrînê bi endamtiya Rêxistinê tên darizandin'
 
Parêzer Tugay diyar kir ku jin li ser îfadeyên OSO’yîyan hatine girtin û jin ji mafê hiqûqî û parêzeran fêdeyê nagirin û hemû hewcedariyên wan ji aliyê jinên din ve tên kirin. Tugay wiha berdewam kir: “Jinên Efrînê bi endamtiya rêxistnê tên sûcdarkirin. Der barê hejmara girtiyên Efrînê yên li Tirkiyeyê de agahî tune ye. Piranî jî di koxuşên serbixwe de bi cih kirine. Tu têkiliya wan bi malbat, parêzer û kesekî din re tune. Der barê êrîşên zayendî de îfadeyên wan tunebûn lê ger di cihekî bi ewle de hevdîtin bê kirin wê di vî alî de jî dikare îfade hebin. Niha yekane daxwaza wan eve ku vegerin ser axa xwe. Heta niha tu alîkariya hiqûqî negirtine.   Lê ger parêzerên dildar neyên dîtin emê pêvajoyê bişopînin. Em amade ne ku alîkariya hiqûqî bikin.”
 
Tugay bang li partiyên ku koma wan li parlamentoyê heye kir û got divê hewcedariyên van jinan bên bicihanîn.