ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 9 Tebax 2018
- Rojev
*Di ser qetilkirina Ahmet Demiragaç ê ku Rêberê DBP'a Artemêtê bû re 2 sal derbas bûn, lê hîna kujer nehatine dîtin. Dayika Ahmet Demîragaç diyar kir ku ji bo kujerên lawê wê hesab bidin, ew ê heya dawiya temenê xwe tebikoşe.
*-Li navçeya Gevera Colemêrgê ji ber xebatên binesaziyê ku 3 sal e li navçeyê didomin û bi dawî nabin, jiyana welatiyan tê astengkirin . Li navçeya ku di nav toz û heriyê de mirov winda dibin, di heman demê ev toz û herî pêşiyê li nexweşiyan jî vedike. BI DÎMEN
*Jinên mexdurên şerê li Efrînê ev meheke ji ber sûcê ku nizanin girtî ne. Nîgar, Şamîran û Yildiz yên ji Efrînê û niha li girtîgeha Tarsûsê ne, hêmaya sûcê wan, îfadeyên OSO yên ji aliyê dadgehên tirk ve hatine qetbûlkirinê ne.
*Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku di pêvajoya OHAL’ê de şîdet û îstîsmara li ser jin û zarokan zêde bûye û rayeyên ji bo Waliyan hatine dayîn jî wê vê tabloyê neguherînin. DÎMEN HEYE
*Nexweşxaneya Cizîrê ya Dewletê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê vê carê jî ji bo dermankirinê alavên hewce lê tune ne. Hat diyar kirin ku beşa lezgîn a nexweşxaneyê ev du mehe bi hinceta tadîlatê hatiye girtin û ji bo bikaranîna nexweşan jî tenê lavaboyek vekirî ye.
*Wênesaz Ayfer Çokmen diyar kir ku ji ber otelên her tişt têde heye, AVM û feraseta turîzma nû, taybetiyên Bodrumê nayên dîtin û ji ber polîtîkayên dewletê esnafên biçûk bi tunebûnê re rû bi rû ne. BI DÎMEN








