Konferansa YJC’ê bi heyecenaeke mezin bi dawî bû

  • 19:15 8 Tebax 2018
  • Rojane
RİMELAN-Konferansa YJC'ê bi duruşma “Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin di pêşengtiya jinên ciwan de Sûriyeke azad ava bikin” bi xwendina rêziknameyê bi  dawî bû.
 
Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ya ku bi tevlîbûna 800 delegeyên ji Bajarê Tebqa, Reqa,  Minbiç, Şehba û Kantona Kobanê tevli bûn bi dirûşma   “Bi felsefeya Rêber Apo  em ê dagirkeriyê têk bibin di pêşengtiya jinên ciwan de Sûriyeke azad ava bikin hat li darxistin  bi dawî bû. Di konferansê de fikrên Rêberê  PKK’ê Abdulah Ocalan hatin parvekirin û piştre sînevizyona du salan  ya xebatê ya YCR'ê hat pêşnadan.
 
Di konferansê de ji aliyê YCJ’ê ve delegasyona ji Şengalê hat pêşwazîkirin.  Rêzikname û biryarnameya konferansê jî ji aliyê  Rêvera Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) ya kantona cizîrê Jînda Mûnzûr ve hat xwendin û ji alyê  hemû delegeyan  ve hat erêkirin.  
 
Her weha Meclîsa giştî ya Cizîrê, Kobanê, Afrînê ya Herêma  Firatê ku ji  23 kesan pêk tê jî hat damezrandin. Axaftina dawiyê ya konferansê  ji aliyê Mêdiya Qamişloyê ve hat kirin. Medya wiha axivî: “ Ez Kongireya me li hemû jinên Ciwan piroz dikim. Encex jinên ciwan dikarin Azadiya Serokatiyê bi têkoşîna xwe misoger bikin. Biryarên di  Konferansê de ahtin girtin  pêwîste hemû jin di xebatê xwe de pêk bînin."
 
Konferans bi çoş û kêfxweşiyeke mezin û bi dirûşmên  “Bijî serok Apo” “Em ê bi têkoşîna xwe deriyê Îmraliyê bişikînin” bi dawî bû.