Li Kayseriyê jinek giran hat birîndarkirin

  • 16:05 8 Tebax 2018
  • Rojane
KAYSERÎ - Li navçeya Melîkgazîyê jina bi navê Mehtap Soyguden ji aliyê mêrê pê re zewicandî Îlyas Soyguden ve bi giranî hat birîndarkirin. Îlyas Soyguden pişter jî bi çekê întîhar kir û dawî li jiyana xwe anî.
 
Li navçeya Melîkgazî ya Kayseriyê mêrê bi navê Îlyas Yalçin ê ku fira wî heye û Mehtap Soyguden dema ku hatine kargeha xwe li gorî ku tê îdakirin niqş kirine û piştre jî Îlyas Yalçin ji ber çekdarbûna takekesî bi çeka li ser xwe Mehtap ji sutiyê wê birîndar kiriye û piştre jî dawî li jiyana xwe anîye.  Ekîbên ku hatin cihê bûyerê Mehtap rakirin nexweşxaneyê û cenazeyê Îlyas Yalçin jî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê. Hat ragihandin ku xeteriya jiyanê ya Mehtap berdewam dike.