Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 15:19 8 Tebax 2018
  • Rojane
WAN - Hempîşeyên rojnameger Denîz Firat a li Mexmûrê di êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wê di 4'emîn salvegera şahadeta wê de bi bîr anîn. 
 
Rojnameger Denîz Firat di 8’ê tebaxa 2014’an de li Kampa Mexmûrê di DAÎŞ’ê de dema geşedanên li wir dişopand jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Denîz di 4’emîn salvegera şahadeta xwe de li ser gora xwe ya li gundê Xecexatûnê ya Ebexê ya Wanê hat bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak, Hevseroka DBP’a Wanê Aynur Tarhan, Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, xebatkarên çapemeniya azad, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin beşdarî bernameya bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. 
 
'Xuşkên Denîzê li ser rêça wê dimeşin'
 
Di bîranînê de ewil birayê Denîz, Seyat Yildiztan axivî û wiha got: “Denîz rojnamegera gel bû. Denîz di têkoşîna gelê kurd a heqîqetê de jiyana xwe ji dest da. Sê xwişkên Denîz li ser rêça wê dimeşin û wênekêş û kameraya wê li erdê nehiştin. Ala wê hildan û têdikoşin. Malbat hemû em jiyana Denîzê mînak digirin. Em pê serbilind in. Em ji hemû beşdarvanan re spas dikin.” 
 
'Rojnamegerên jin li ser şopa Denîzê ne'
 
Piştî Seyat, li ser navê rojnamegerên jin nûçegihana me Hîkmet Tunç axivî û anî ziman ku wan wek rojnamegerên jin pênûs û kameraya Denîz li erdê nehiştin û dewr girtine. Hîkmet da zanîn ku ji Gurbetellî Ersoz bigire heta Denîz Firat rojnamegerên jin soza têkoşîna wan dubare dikin û got: “Em wek jinan li dijî feraseta kujer a DAÎŞ’ê û serdest heta qanûn bi zimanê jinan bên înşakirin dê têkoşîna me dewam bike.” 
 
'Çapemeniya Azad dikin hedef'
 
Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku Denîz Firat ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û wiha got: “Wê li Mexmûrê şerê li dijî DAIŞ’ê dişopand. Tişta tu rojnameger nikare pêk bîne, Denîz pêk bîne. DAIŞ’ê bi hovane xebatkara çapemeniya azad hedef girt û ew qetil kir. Dewama feraseta DAIŞ’ê îro jî li ser kar in û rojnemgeran di her warî de hedef digirin. Lê wê tu demê destûr ji vê ferasetê re neyê dayîn û dê heqîqet di tariyê de nemîne. Em ê wek şopdarên Denîz têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
‘Denîz Firat çîroka hêviyê ye’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan dûre axivî û wiha got: “Denîz bi malbata xwe re di encama êrîş û zextên dewletê yên di salên 90’î de dest bi jiyana koçbertiyê dike. Di jiyana herî zor a koçbertiyê de, pişeya rojnamegertiyê hilbijart. Hemû hewldana wê ew bû ku, zilma li ser glek ji raya giştî re ragihîne.  Denîz Firat, nîşaneya jina bi hêz û berxwedêr a civak û jinan bû. Denîz çîroka hêviyên azadiya gelêk û dengê jinan bû. Denîz bersiva ji nû ve avakirinê bû. Kameraya Denîz Firat bersiva civaka paşvero û hişmendiya serdest bû. Denîz Firat eyneya zilm û zextên li ser gelê kurd hatin jiyîn bû.”
 
Piştî axaftinan rojnameger û siyasetmedaran qûrnefîl danîn ser gora Denîz Firat û dûre çûn serdana malbatê.