Li Rihayê 2 mêrên ku zarok bi îşkenceyê re rûbirû hiştin hatin berdan
- 14:48 8 Tebax 2018
- Rojane
RIHA - Mêrê bi navê Halîl Y. û yê bi navê Y.B. ku li Karakopru û Eyûbiyeya Rihayê du zarok bi îşkenceyê re rûbirû hiştin piştî ku derxistin dadgehê hatin berdan.
Li Taxa Dogukent ya navçeya Karkopruya Rihayê li avahiya ji 5 qatan pêk dihat niştecihên taxê dîtin ku zarokek bi zincîra li stuyê wî û li piyên wî hatiye girêdan tê îşkencekirin. Niştecihên taxê ku bûn şahidê bûyerê agahî dan polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, dîtin ku zarkekî 13 salî di bin germahiya 40 pileyî de li banê xanî bi zincîrê bi hesinekî ve hatiye girêdan û tî, birçî hatiye hiştin.
Zarkê ku bêhal bi zor û zahmetî ji zincîrê hat rizgarkirin, piştî ku diyar kir ji aliyê bavê xwe ve hatiye girêdan, ji aliyê ekîbên ku hatin malê ve Îbrahîn Halîl Y. binçav kirin.
Halîl Y. yê ku di kontrola tendirûstiyê re hat derbaskirin û zarok ji bo ku îfadeya wan bê girtin birin navenda polîsan. Îbrahîm Halîl Y. yê ku zarok bi hesinê bixêriyê ve girêda piştî kar û barê wî yê li emniyetê bi şertê kontrola edlî ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Xe ji ber tundiya li zarok kir bi bahaneyan parast
Li navçeya Eyubiye ya Rihayê jî di wesayita li nav bajêr dixebite de hat aşkerakirin ku zarokê 10 salî bi îşkenceyê re rûbirû hatiye hiştin. Piştî ku dîmenên îşkenceya li zarok hat kirin li ser medya civakî hat parvekirin ajovanê bi navê Y.B. hat binçavkirin. Ajovan Y.B. piştî ku kar û barê wî yê li emniyetê qdiya sewkî edliyeyê hat kirin. Y.B. piştî ku derxistin dadgehê xwe bi bahaneyên vala parast û dadgehê jî ew serbest berda.








