3'emîn kongireya Yekîtiya Jinên Ciwan dest pê kir

  • 13:15 8 Tebax 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - 3'emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşma" Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin û bi pêşengtiya jinên ciwan em ê sûriyeka azad ava bikin " dest pê kir. 
 
Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayi navçeya Girkêlegê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran 3'emîn  Kongireya Jinên ciwan  bi dirûşma" Bi felsefeya rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin û bi pêşengtiya jinên ciwan em ê sûriyeke azad ava bikin " bi tevlîbûna 800 delegeyî ji bakurê sûriyê; Cizîr, Kobanê Şehba  , Reqa, Tebqa,  Dêrzorê û Amûdê hat lidarxistin.
 
Salona Kongireyê bi wêneyên jinên şehîd û dirûşmên  " Jina rêxistinkirî misogeriya jiyana azad e" , "Bi pêşengtiya jina ciwan em ê dagirkeran têk bibin"  hat xemlandin.
 
 kongire bi deqeyek rêzgirtin despêkir , paşê dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin û axavtina vekirina kongirê ji aliyê endama rêveberiya civaka demokratîk Mêdiya Mihemed ve hat kirin. Medya di axafitna xwe de wiha  got " Em niha careke din li ser piyan e, wekî jinên ciwan careke din ji cîhanê re radigihînin ku li ser vê xakê  jinên ciwan xwe bi rêxistin dikin û bi rihekî geş dê  bi teyibet  jina berxwedêr a ku bi hêza xwe şores daye despêkirin dê civaka azad bide avakirin."
 
Kongira  bi axvtina   berdevka kongira star  ya bakûrê sûriyê Evîn siwêd û axvtina hêzên parestina jin  berdewamdike.
Dê di kongreyê de mijarên wekî perspektîfên Rêber Apo di derbarê jinên ciwan de bên destgirtin, .rapora 2 salan a kar û xebatê û sînnevîzyonek debarê wê de bê bê pêşkêşkirin. Piştî niqaşan dê biryar werin girtin, meclisên herêman û komîteya jinên ciwan  ku  ji 23 kesî pêk tê dê were hilbijartin.