Bersücê êrîşa zayendî hat binçavkirin
- 11:46 8 Tebax 2018
- Rojane
KOCAELÎ - Muhammed Î. yê ku li dijî zarokekî êrîşa zayendî pêk anî li Daricayê hat girtin.
Li navçeya Darica ya Kocaliyê hat diyarkirin ku mêrê bi eslê xwe Pakistanî Muhammed Î. duh li dijî zarokekî ku gazî mala xwe kiriye êrşa zayendî pêk aniye. Piştî ku hevalên zark bûyer ji dayika zarkê bi êrîşê re rûbirû ma re ragihandin dayika zarok derbarê êrîşkar de serlêdana sûc kir. Muhammed Î. yê êrîşkar li ser serlêdana hat kirin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku ji bo îfadeya Muhammed Î bê girtin li tercûman digerin.








