Nasnameya jina di cuha avdanê de cenazeyê wê hat dîtin aşkera bû

  • 11:40 8 Tebax 2018
  • Rojane
RIHA - Jina ku di cuha avdanê de cenazeyê wê hat dîtin hat diyarkirin perwerdekara tekvandoyê Emîne Eskî ye.
 
Li taxa Bakimli ya Halîliyeya Riyayê ji aliyê niştecihên taxê ve di 4'ê tebaxê de di cuha avê ya Karên Avê ya Dewletê de cenazeyê jinekê ku nasname li ser tune bû hatibû dîtin.  Piştî lêkolîna bi rojan nasnameya cenzeyê hat dîtin tespît kirin û derket holê ku cenaze aîdê jina perwerdekara tekvandoyê ya li Navenda Perwerdê ya Gel a li Rihayê dixebite Emîne Eskî ya 30 salî ye.
 
Di 1'ê tebaxê de malbata Emîne ji bo keça xwe ya ku bi wesayita xwe ji malê derket û vengeriya îlana windabûnê dabû. Piştî  îlana ku hat dayîn malbatê cenazeyê ji cuha avê hat derxistin teşhîs kir û diyar kir ku cenaze aîdê keça wan e.
 
Cenazeyê Emîneyê piştî hat teşhîskirin li Gorisatana Malbatê ya Bedîuzaman hat definkirin.