Rojnamevanên jin ên Şengalê: Em şopdarên Denîz Firat in

  • 11:19 8 Tebax 2018
  • Rojane
Neserîn Hisên
 
ŞENGAL - Rojnamevanên jin ên Şengalê ku piştî şehadeta Denîz Firat dest bi rojnamevaniyê kirin, diyar kirin ku ew Denîz Firat di 4'emîn salvegara şahadeta wê de bi bîr tînin û ew ê herdem şopdarên berxedana wê bin.
 
Rojnamevan Denîz Firat di êrîşa çeteyên DAÎŞ ê ya li dijî Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr)  de dema ku li ser erka xwe bu hatibû qetilkirin.  Di ser şehadeta rojnemevan Deniz Firat re 4 sal derbas bûn. Rejnamavanên jin ên Şengalê  ku piştî şehadeta Denîz Firat dest bi rojnevantîyê kirine soza ku wê bibin şopdarên Denîz Firat dan. 
 
Rojnemavan Orîvan Ebdo ku Denîz Firat bi bîr anî wiha dest bi axaftinê xwe kir: " Di serîde ez di kesayeta  Deniz Firat de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Çar sal di ser şehadeta rojnemavan Deniz Firat re derbas bûn. Heval Deniz dixwest bibe deng û rengê rastiya gelên bindest. Gelek rojnemavanên ku di xwestin bibin deng û rengê heqîqatê  di riya rastiyê de canê xwe feda kirin.  Heta roja me ya îro jî êrîşên li ser Çapemeniya Azad berdewam dikin. Em dibînin ku li her derê rojnemevanên li pey heqîqetê hedef tên girtin.  Dijimin bi van êrîşên ku li dijî rojnamevanan pêk  tîne hewl dide ku rastî ji gelan re neyê ragihandin."
 
Orîvan Ebdo bal kişand ser têkoşîna jinên rojnameger ên li pey heqîqetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî jinên xebatkarên Çapemeniya Azad erka ku bikeve ser milê me pêk bînin û heata dawîyê şodarê hevalên wekî Deniz  Firat, Nujiyan Erhan, Agir û Rizgaran bin. Em ê heya dawî di riya van hevalên xwe de bibin deng û rengê rastiyê"
 
'Denîz tu rastî di tarîtiyê de nehiştin'
 
Her wehe Rojamevan Delîla Axîn jî ji bo bîranîna Şehîd Deniz Firat bi bîr anî û wihe dest bi axavtinê xwe kir: " Ez di kesayeta Şehîd Deniz Firat de tevahî Şehîdên Azadiyê û Şehîdên Çapemeniya Azad ku di rêya rastiyê de canê xwe fede kirin bi bîr tînim û bi hurmet bejna xwe li ber bîranîna wen ditewînim.  Beriya niha bi 4 salan dema ku çetayên DAÎŞ'ê xwestin êrîşên xwe bibin ser kampa penaberan a Mexmurê, heval Deniz wek rojnamevan xwest êrşên li ser gelê Mexmurê bi raya gişîtî re par vebike. Wê demê heval Deniz Firat bû hedafa çeteyên DAÎŞ'ê û jiyana xwe ji dest da. Em dibînin ku her tim dijmin dixweze dengê rastiyê qut bike û îro em dibînin ku gelek rojnemavan deme rastiyekê bi raya giştî re parve dike  ji aliyê dewlatê ve tên bin çav kirin. Li her derê rojnamevanên azad di bin zaxtake mezin de ne. Lê belê wê tu caran rastî di tarîtiyê de nemîn. Şehîd Deniz Firat heya dilopa xwîna xwe ya dawî bu dengê heqîqeta gelan û di riya rastiyê de canê xwe fede kir. Em jî wek rêhevalên wê, em ê bibin şopdarên rîya  Denîz û hevalên mîna wê."
 
'Tu kes nikare dengê rastiyê qut bike'
 
Rojnameger Viyan Saîd jî di serî de Denîz Firat û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û di berdewamiya axafitna xwe de ev tişt got: " Ez di serî de Heval Deniz Firat bi bîr tînim. Îro em weke jinên êzidî yên kurd di ragihandina azad de kar û xebata xwe didin meşandin.  Em soz didin hevalên xwe yên ku di riya rastiyê de jiyana xwe ji dest dan û em ê heta dawî riya wan berdewan bişopînin. Ji ber ku dest hilatdar naxwazin rastiya tê jiyên her kes bibîne, li her derê xebatkarên Çapemeniya Azad hedef tên girtin. Ez careke din Deniz Firat bi bîr tînim û ez dibêjm em ê heya dawiyê karê xwe berdewam bikin.  Tu kes nikarE dengê rastiyê qut bike."