Evîn Siwêd: Berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist

  • 09:11 27 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
ŞEHBA - Derbarê 2'yemîn Konferansa Kongreya Star a li Şehbayê, berdevka Kongreya Star a Şehbayê Evîn Siwêd da zanîn ku ev konferans dê rê li pêşketinên mezin veke. 
 
2'yemîn Konferansa Kongreya Star bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" do li Şehbayê hat lidarxistin. Derbarê konferansê de berdevka Kongreya Star a Şehbayê Evîn Siwêd diyar kir ku ew pêkanîna konferansa Kongreya Star a li Şehbayê gavek girîng e û got:"Berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist."
 
Evîn Siwêd da zanîn ku ji her pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê jin beşdarî konferansê bûn û got:"Ji ber ku ji her pêkhateyê Bakurê Sûriyeyê jin beşdar bûn û li wan jî hatin guhdarkirin ev ji bo pêşketinên nû girîng e. Gerek me di serê meha Adarê de ev konferans pêk anîba lê  ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê me tarloq kir. Niha li seranserê Rojava konferansên me pêk tên. Hêviya me ew e ku di encama van konferansan de ji bo Rojava û tevahî Bakurê Sûriyeyê serkeftin û pêşketinên hêja bê bidestxistin."
 
'Berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist' 
 
Evînê anî ziman ku ji bo ev konferans pêk werin wan gelek hewl dane, gelek civîn li dar xistine û wiha domand:"Gelek civîn me beriya konferansê li dar xistin û me rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakurê Sûriyeyê raxist pêş çavan. Tiştên ku di konferansê de herî zêde derket pêş jî berxwedana jinên Efrînê bû. Berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist."
 
'Dê di çarçoveya biryarên girîng de xebatên me bidome'
 
Evînê destnîşan kir ku biryarên konferansê ji bo wan girîng in û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Dê di çarçoveya biryarên girîng de xebatên me bidome. Ji bo jin di civakê de bikaribin mafên xwe biparêzin û li ser lingên xwe bisekinin em ê xebatên xwe bidomînin. Ev konferans dê rê li pêşketinên mezin veke. Jinên Kurd her dem jêhatî û serkeftî ne.  Loma dema ku ji Efrînê derbasî Şehbayê bûn li wir berxwedana xwe domandin û karê xwe bi rengekî serkeftî dan meşandin. Derbarê jinên Şehbayê de ew ê biryarên girîng bê stendin. Ji bo projeya rizgarkirina Kantona Efrînê her kes bi can, mal û berxwedana xwe hewl didin û ev berxwedana di konferansê de jî derket holê."