‘Her dema zext zêde dibe, şîdeta li ser jinê jî zêde dibe’

  • 09:10 27 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL- Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Melek Onder şîdeta di dema OHAL’ê de zêde bûye nirxand û da zanîn ku di her dema zext zêde dibe de şîdeta li ser jinê jî zêde dibe.
 
Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Melek Onder, diyar kir ku şîdeta li ser jinê ya di dema OHAL’ê de li ser jin û zarokan zêde bûye û encama pergala serokatiyê ya nû nirxand. Melekê bi lêv kir ku ev du sale pêvajoya OHAL’ê tê jiyîn û ev rewş hem ji bo civakê hem jî bo jinan wateyek wê ya cuda heye û wiha pê de çû: “ Di her pêvajoya ku zext zêde dibin de şîdeta li ser jinê jî zêde dibe. Di dema zextê ya OHAL’ê de şîdeta mêr jî zêde dibe. Di heman demê de hov dibe. Di hezîrana borî de me dît ku 39 jin hatine qetilkirin. Di heman demê de çavsor dibe. Ev jî tê wateya ku her roj ji yekê zêdetir hevalên me yên jin tên qetilkirin.
 
‘Şîdet tê veşartin’
 
Melekê daxuyakirin ku ji ber OHAL’ê bêcezabûn zêde bûye û  pêknehatina mekanîzmayan jî ji ber pêknehatina edeletê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şîdeta li jinan tê kirin vedişêrin. Di vê dema zextê de şîdeta li ser jin û zarokan zêde bû. Li gorî Peymana Stenbolê divê di sûcên li hember jin û zarokan de ceza neyê daxistin. Lê li welatê me daxistina kravat û tahrîkê tê kirin.”
 
‘Sûcdar serbest digerin’
 
Melekê her wiha bi lêv kir ku kuştinên jinan wek întîxarê tên nîşandan û ev tişt bi lêv kir: “Kuştina hevala me ya Şule û derxistina rapora Tipa Edlî vê nîşan dide. Hevala me tê kuştin, rastî şîdetê tê û sûcdar li derve digerin. Em dibînin ku di mijara kuştina jinan de  tedbîr nayê girtin û îradeyek siyasî ya cidî nayê nîşandan.”
 
‘Pergala nû jin û zarokan tune dihesibîne’
 
Melekeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî û Wezareta Xebatê bûn yek. Ev pergala nû nîşaneyên ku jin û zarokan dixwazin li ku bibînin,  datîne holê. Em wek jin dixwazin Wezareta Jinê û Wezareta Zarokan bê avakirin.  Pergala nû jin û zarokan tune dihesibîne. Jin dixwazin bixebitin li ser piyê xwe bisekinin. Divê jin di jiyana xebatê de bê xurtkirin.”
 
‘Qanûnên heyî pêk bên pirsgirêk çareser dibe’
 
Melekê her wiha balkişand ser şîdeta li ser zarokan û got di demên dawî de derbarê zarokê winda bûne û dîtina cenazeyên wan de gotinên wekê wê qanûnên nû bê derxistin hatine kirin û got: “Lê ji xwe qanûn hene. Di rewşa ku qanûnên heyî bên pêkanîn wê pirsgirêk çareser bibe. Mijarek din jî eve ku  pêşiya çekgirtina şexsî vebûye. Ev jî raste rast bandorê li ser jiyana jinê dike. Çek ji ser înternetê bi rehetî tên girtin. Piraniya kuştina jinan bi çekan pêk tê. Em jin wê her tim li pey wezaretê û wezîrê nû bin.Emê bibin şopdarê pêvajo û şîdeta li ser jinê.”