Teslîmkirina TOKÎ’yan ma biharek din
- 09:06 27 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de navçe hatibû hilweşandin û li ser bodrumên hilweşandin TOKÎ çê kirin û dihat gotin ku wê dawiya salê bên teslîmkirin lê hîna teslîmî malbatan nehatiye kirin. Hundirê xaniyan û derdora wan jî hîna nehatiye çêkirin.
Li Cizîr a Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya di navbera 14’ê Kanûna 2015 û 2’ê Adara 2016’an de berdewam kir de di bodrumên xaniyan de bi dehan kes hatin qetilkirin. Li heman herêmê dest bi TOKÎ’yan hatibû kirin û înşatên avahiyan didome. Tevî ku dihat gotin wê TOKÎ di dawiya 2017’an de bê teslîmkirin, piştre gotin wê di Adara 2018’an de bê teslîmkirin. Tevî vê daxuyaniyê bi mehane hîna nedane malbatan.
Hundirê xaniyan û derdora wan hîna nehatiye çêkirin
Piştî pevçûnên hatin jiyîn şûnde, hîna qedexe ranebûbû, bodrum hatin hilweşandin. Piştî hat hilweşandin di Gulana 2017’an de hîmê TOKÎ’yan hat avêtin. Di çarçoveya îhaleya 105 mîlyar TL’yî ku Şîrketa Înşatê ya Bîskon girtibû, wê li herêmê 604 avahî û 120 kargeriyên bazirganî bihata çêkirin. Li herêmê ewil xwaringeh û nivîngeh ji bo karkeran hat çêkirin. Înşata bi mehan didome her meh dibêjin bi dawî dibe lê hîna hundir û derdora wan nehatiye çêkirin.
Zexta îmzeyan didome
Ji roja hîmê înşatê hatiye avêtin heta niha di çarçoveya projeyê de gelek xanî hatin hilweşandin. Ji bo xaniyên kêm xesar dîtine jî zextên wezareta bajarvanî û hawirdorê li ser malbatan didome.
Ji bo qedandina TOKÎ’yên Sûr, Şirnex û Nisêbînê wekî dîrok 31’ê Çileyê 2018’an hatibû dayîn. Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Mehmet Ozhasekî ku wê demê li herêmê geriyabû wiha gotibû: “Ji bo Cizîrê îhaleya 750 avahî û hezar û 500 avahiyên din jî wê bê kirin. Heta dawiya vê salê wê bê temamkirin.” Lê tevî vê daxuyaniyê çêkirina avahiyan didome û nayê zanîn wê kengî bên teslîmkirin.








