Jin tûtinê wek moriyan bi destên xwe çê dikin

  • 09:03 27 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Jinên ku li gundê Xursê yê navçeya Qosera Mêrdînê dijîn ji bo debara xwe bikin karê tûtinê dikin. Jinan anîn ziman ku  zehmetiya tûtinê gelek zedêde ye û gotin ku tûtin îro bi destê jinan tê hilberandin.
 
Hilberîna tutinê ku wek çandekê ji demên bere heta vê rojê hatiye hîn jî giringiya xwe diparêze. Li gundê Xursê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê jin hem ji bo debara xwe bikin û hem jî ji bo çanda hilberîna tûtinê berdewam bikin  di erden tûtinê de dixebitin. Jinên ku karê tûtinê dikin gotin ku debara xwe bi hilberîna tûtinê dikin û diyar kirin ku tûtin hemû bi destên jinan tê amadekirin.
 
Dayika 3 zarokan Şahîde Aslan (37) a ku bi eslê xwe ji Qoserê ye û 15 sal in karê titûnê dike di serî de behsa amadekariya tûtinê kir. Şahîde, got ku ew di serî de tovê tunê diavêjin erdan û piştre bi laylonê ser erdan digirin heta ku ev tov dibe şitil. Şahîde, anî ziman ku ew di meha Adarê de dest bi ajotina erdan dikin û wiha berdewam kir: “Demekê dibin naylonê de dimînin û piştî ku şitilên tûtinê mezin dibin em naylonê bilind dikin. Piştre em van şitlan li erdan diçûn. Piştî ku şitil xwe li erdê digirin û mezin dibin em giyayê zexl ê dinav de şîn dibe diçinin.  Piştî ku qama şitlan buhistekê dirêj dibe em zibil  dikin û em vê  3-4 caran dikin. Dema zibilkirina tûtinê dikqede û tûtin mezin dibe gûlên ku li ser şaxên wên çdibin jî em jê dikin. Tûtin dema mezin dibe û tê merheleya komkirinê, em dest bi topkirina wê dikin. Dora dûyem dema zîl dide em qelem dikin û em wan zîlan dîsa diçinin. Dema tûtin mezin dibe di meha  tebaxê de em dest bi çinîna wê dikin û heta meha îlon û cotmehê çinîna wê berdewam dike.”
 
‘Em tûtinê li mengeneyê dixin’
 
Şahîde, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ew serê sibê saet di 5’an de tê nav erdan û dest bi komkirina tûtinê dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Heta saet 10’an ez kom dikim û piştre ez diçim malê û xwarina xwe duxwim û carekedin têm nav erdên tûtinê. Em heta êvarê saet 7’an dixebitin. Dema em tên malê jî em tutinê bi şûjinê bi ta vedikin û li ber tavê hişk dikin. Tûtin 20 rojan li ser çardexê dibîne hişk dibe, piştre ji çardexê derdixin dikin gûrzik û dixin qalip. Tûtin nêzî mehekê di qalib de dimîne piştre hinek avê lê dikin û dinûxumînin heta sibê. Dema nerm dibe em pel bi pel ji hev derdixin û dixin nav potan. Sê roj di nav potan de dibîmîne û roja çaran em em li wê mengene dikin. Piştî ku em li mengeneyê dixin êdî tutina me ji bo pêçanê amade ye. Em tûtinê naşînin fabrîqayan. Me berê mengeneya destan bi kar dihanî lê niha em mengeneya ceryanê bi kar tînin.”
 
‘Zahmetiya wê zêde ye’
 
Şahîde, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya axê û diyar kir ku  di axa qum û hişk de tûtin şîn nabe û da zanîn ku ddivê axa tûtinê nerm bibe û wiha bi lêv kir: “Her wiha zibil ji bo tûtinê gelek baş e. Em ziblê xwezyî bikartînin û yê Sûnî bi kar naynin. Hilberîna tûtinê gelek zahmet e ji sibehê heta êvarê em li ber tavê dimînin û di erd de dixebitin. Piştî ku karê wê yê li nava erd diqede jî êdî em li malê pê re mijûl dibin û ev kar bi mehan berdewam dike.”
 
Şahîde, di dawiya axaftina xwe de got ku piştî karê tûtinê diqede di meha mijdarê de dest bi firotina tûtinê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku cigare li Tirkiyeyê gelek buha bû firotina tutinê jî di salên dawîn de zêde bû. Ji ber ku tûtin erzantire ji Pakêtan. Di bajaran de jiyan zahmet e.  Em li gund hem tûtinê hildiberînin û hem jî sewalan xwedî dikin. Em bi van karan debara xwe dikin.  Banga min ji jinan re ew e ku  bila hemû bixebitin û xebitandin gellek xweş e. Mirov dema bi hev re bixebite jiyan gelllek xweş e.”
 
 ‘Divê hemû jin ji bo azadiya xwe ya aborî bixebitin’
 
Jina bi navê  Emîne Aslan a ku  cara yekem e karê tûtinê dike bi lêv kir ku jiyana wê tim di bajarên mezin de derbas bûye û wiha pê de çû: “Piştî ku li bajaran pirsgirêkên me zêde bû  em vegeriyan welatê xwe.  Ev saleke ez vî karî dikim.  Ji ber ku vî karî jî dikim gelek kêfxweş dibim. Ev kar ji bo min gelek baş bû. Ez naxwazim ku tu jin bêndeng bibinin û mafên wan bê binpêkriin. Jinên me yên kurd gelek serkeftî ne û serbilind in. Jin dikarin her karî bikin. Divê hemû jin karê ku dikare bike û ji bo azadiya xwe ya aborî di malê de nemîne."