'Jîneolojî rêbaza parastina xwezayê û mafê jinê ye'

  • 09:02 27 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endamên Komîteya Jîneolojiyê yên Kantona Hesekê diyar kirin ku Jîneolojî tê wateya bîrdozî, felsefe û rastiya jiyanê û gotin:"Jîneolojî rêbaza parastina xwezayê û mafê jinê ye."
 
Endamên Komîteya Jîneolojiyê yên Kantona Hesekê derbarê xebat û armanca Jîneolojiyê de da zanîn ku ew ê Jîneolojî bibe bersiva koletî û desthilatdariya li ser jinê û  gotin:"Bi saya Jîneolojiyê dê jin ji zilma hişmendiya baviksalarî rizgar bibin."
 
Endama Komîteya Jîneolojiyê Dîlan Hiso bi lêv kir ku ji bo pêşxistina xebatên Jîneolojiyê li her bajarekî dê Komîteya Jîneolojiyê were avakirin û wiha got:"Ji bo di warê Jîneolojiyê de pêşketinên berbi çav pêk were rêxistinbûyin girîng e. Ji bo hemû jin bi rêxistin bibin dê li her bajarî Komîteya Jîneolojiyê ava bibe. Dema ku jin xwe bi rêxistn bikin ew ê zincîrê koletiyê bişkînin û li ser piyên xwe bimînin."
 
'Em dixwazin hemû kes bi wateya jîneolojiyê bizanibin' 
 
Endama Komîteya Jineolojiyê Bêrîvan Husên da zanîn ku wateya Jîneolojiyê rastiya jiyanê derdixe holê û wiha got:"Jîneolojî têgehek resen e. Dema wateya Jîneolojiyê bê famkirin dê pirsgirêkên civakê jî bên çareserkirin. Dê di çarçoveya parastina xwezayê de pêşketinên ber biçav pêk were. Çimkî Jîneolojî rêbaza parastina xwezayê û mafê jinê ye. Bi saya Jîneolojiyê dê jin ji zilma hişmendiya baviksalarî rizgar bibin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya sosyolojiya azad de Jîneolojî pêşniyar kiriye. Loma divê civak û bi taybet jin vê wateyê baş fam bikin."