ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 27 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Endamên Komîteya Jîneolojiyê yên Kantona Hesekê diyar kirin ku Jîneolojî tê wateya bîrdozî, felsefe û rastiya jiyanê û gotin:"Jîneolojî rêbaza parastina xwezayê û mafê jinê ye." DÎMEN HEYE
*Jinên ku li gundê Xursê yê navçeya Qosera Mêrdînê dijîn ji bo debara xwe bikin karê tûtinê dikin. Jinan anîn ziman ku zehmetiya tûtinê gelek zedêde ye û gotin ku tûtin îro bi destê jinan tê hilberandin. DÎMEN HEYE
*Li Grava Îmraliyê girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji sala 2016'an heyanî niha bi tu awayî ji Abdullah Ocalan agahî nayê standin. Der barê girankirina tecrîdê de parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivi. Pero diyar kir ku tecrîd tê wateya berdewamkirina şerên Rojhilatanavîn. DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de navçe hatibû hilweşandin û li ser bodrumên hilweşandin TOKÎ çê kirin û dihat gotin ku wê dawiya salê bên teslîmkirin lê hîna teslîmî malbatan nehatiye kirin. Hundirê xaniyan û derdora wan jî hîna nehatiye çêkirin.DÎMEN HEYE
* Gulsumser Ulutaş a otelek butîk dide xebitandin, diyar kir ku turîzm îsal jî ji polîtîkayên aboriyê û rêveberiyên herêmî bi bandor bûye û sedema vê jî şerê li Sûriyeyê ye. BI DÎMEN
*Murvet Demîr a gundê wê hat şewitandin û hat koçberkirin, du zarokên xwe di şer de winda kiriye û êş û kêfxweşiya xwe ev 12 sale bi saza xwe tîne ziman. Murvetê ji bo her zarokekî xwe stranek nivîsiye. DÎMEN HEYE
*Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Melek Onder şîdeta di dema OHAL’ê de zêde bûye nirxand û da zanîn ku di her dema zext zêde dibe de şîdeta li ser jinê jî zêde dibe. DÎMEN HEYE
*Derbarê 2'yemîn Konferansa Kongreya Star a li Şehbayê, berdevka Kongreya Star a Şehbayê Evîn Siwêd da zanîn ku ev konferans dê rê li pêşketinên mezin veke.








