2’yemîn Konferansa Kongreya Star bi dawî bû

  • 21:12 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - 2’yemîn Konferansa Kongira Star ya di bin duruşmeya”bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin”bi biryarên girîng bi dawî bû.
 
2’yemîn Konferansa Kongira Star ya li Kantona Şehbayê bi tevlîbûna 500 delege hatîbû li darxistin, bi biryarên girîng bi dawî bû. Her wiha piştî nîqaşên berfireh li ser beşa rêxistinî,rexne û rexne dayîn ji aliyê delegeyan ve ev pêşniyar hatin kirin.
 
-Tevahî  Xebat û  Têkoşîna  me  li ser esasê  hilweşandina Pergala  Îmralî ye û azadiya Rêber Apo’ye.
 
- Di rizgarkirina Efrinê’de jin çalak tevli dibe û rista  pêşengtiyê de rol  dilîze.
 
- Avakirina komîteyêkê ji bo meşandina hemû  cureyên çalakiyên xweser.
 
- Bi armanca gîhaştina  hevjiyana azad, dewreyên  perwerdeyên bîrdozî ji bo mêran bên  vekirin.
 
-Xwe gihîştina Feresata Azadiya rast, têkoşin kirin ya li dijî ferasata azadiya çewt a modernîteya kapîtalîst.
 
- Çalakirina komîteyên dîplomasî û  ekonomî.                    
 
- Avakirina projeyên ekonomîk ji bo jinan.
 
- li darxistina civîn û semîneran li ser zagona jinê. Her wiha ev pêşiyarên ku hatine kirin bûn biryarkirin.
 
Paşê di Konferansê de kordînasyona Kongra Star ji 16 endamên koordînasyona Kongra Star û 6 Rêveberiyên Kordînasyona Kongira Star bi awayekê demokratîk ji aliyê komîseriya bilind ya hilbijartinan ve hatin hilbijartin.
 
Piştre Kordînasyona Kongra Star ya Rojava Evîn Siwêd, di destpêka axavtina xwe de Konferansa "2’yemîn  ya Kongira Star li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û tekoşerên azadiyê pîroz kir û anî ziman ku:"Ev konferanas wê hemû pilanên dagirkeran vala derbixe e û rizgarkirina Efrînê bi xwe re bîne.”
 
Konferans bi dirûşmên"Jin jiyan azadî, "Bijî berxwedana Efrînê", "Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.