Roja yekem a Konferansa Tenduristiyê bi dawî bû

  • 16:53 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê bi dirûşma "Tenduristiyek azad jiyanek azad e" dest pê kir, di roja xwe ya yekem de bi dawî bû.
 
Îro li navenda çand û hunerê ya Aram Tigran a bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlega Kantona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîka Perwerde ya Tenduristiyê bi dirûşma "Tenduristiyek azad jiyanek aza e" dest pê kir. 500 delege, ji tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, Qadên tenduristiyê, mêvanên ji sazî û dezgeyên sîvîl, rêveberiyên xweser, rêxistinên tenduristî û mirovahiyê beşdarî konferansê bûn. Ji bo beşdarbûna konferansê şandeya ku ji Elmanya û Îtaliyayê hat li Silêmanî hatin astengkirin. Loma ew ê bi rêya skyp'ê tevlî konferansê bibin. Konferans di roja xwe ya yekem de bi dawî bû. 
 
Piştî xwendina perspektîfan, rapora salane hat xwendin û nîqaşek berfireh li ser hat kirin, gelek qad û beşên tendirustiyê yên cuda hatin nîqaşkirin. Her wiha gelek pirsgirêk hatin nîqaşkirin.
Konferans di roja xwe ya yekemîn de bi şîrovekirina tendirustiya xwezayî û rola jinê, bi dawî bû.