Tulay Hatîogullari: Komkujî û îşkence ne çarenûsa Rojhilata Navîn e
- 15:40 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, komkujiya ku duh DAÎŞ'ê li Sveydayê pêk anîn şermezar kir û git; "Komkujî, şer, îşkence, koçberî, hilweşîna xwezayî ne çarenûsa Rojhilata Navîn e."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîogullari, derbarê êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî bajarê Sveyda yê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da. Tulay diyar kir ku berpirsiyarên komkujiya li Sveydayê hêzên tarî yên li pişt DAÎŞ'ê ne û anî ziman ku di êrîşên hemdem ku li Sveydayê hatin kirin 127 sivîl û 94 şervanên rejîmê jiyana xwe ji dest dan. Tulay di berdewamiyê de anî ziman ku 200 kes jî di encma van êrîşan de birîdar bûne.
'Êrş ne rasthatin in'
Tulayê di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku li 4 navendên girêdayî Sveydayê 4 êrîşên xwkuj pêk hatine û wiha berdewam kir; "Van çeteyan di heman demê de êrîşê gund û bajarokên heman bajarî jî kirin, gelek sivîl û mirov qetil kirin. Piştî bi mehan ku hikûmeta Iraqê bi têkbirina DAÎŞ'ê pesnê xwe de Li Erbîla ku navenda başûrê Kurdistanê ye van çetyan dîsa êrîşî walîtiyê kirin û kesek qetil kirin. Ev êrîşên ku li Suriye û ya ku li başûrê Kurdistanê hat kirin ne rasthatin in.
'Bi êrîşên li dijî Efrînê re têloşîna li dijî DAÎŞ'ê hat qels ma'
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bakurê Sûriyeyê û ji bakurêrojhilatê Sûriyeyê çeteyên DAÎŞ'ê paqij kiribûn û di serî de Reqa hemû bajarên di destên van çetyan de ji wan paqij kiribûn. Ji ber vê têkçûnê DAÎŞ hatibû ber tunebûnê. Lê êrîşên OSO yên bi piştevaniya Tirkieyê ku di serî de li Azez- Cerablus hatin kirin û piştre jî li dijî Efrîna ku di bin rêvebriya gelên li herêmê de bû ku hatin kirin têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dihat dayîn lawaz hişt. Operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê ku bi piştevaniya Rusya û hinekî jî bi ya DYA'yê hat kirin bû sedem ku DAÎŞ hêza xwe top bike. Ji ber vê jî ji vê hovîtiya ku duh dîsa DAÎŞ'ê kir ev delwtên ku navên wan li jor debas dibe jî berpirsiyar in.








