'Ji bo jiyanek aram tenduristî girîng e'
- 14:44 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
Civîn Husên-Ruken Goman
QAMIŞLO - Endamên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ku tevlî 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tendrustiyê bûn nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dîroka Tendrustiyê bi jinê dest pê kiriye û gotin dê jin warê pêşketina tendirustiyê de gavên mezin biavêjin.
Îro li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîrgan a Bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tendrustiyê dest pê kir. Bi sedan delege û tevahî qadên Tendrustiyê û mêvanên ji derve li konferansê amade bûn. Endamên Akademiya Tenduristiyê yên ku tevlî konferansê bûn gotin ku pêdivî ji pêşketina qada tenduristiyê heye û ji bo di vê qadê de pêşketinên ber bi çav pêk were divê jin bi rêxistin bibin.
Endama Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Zozan Hesen diyar kir ku di vê konferansê de gelek reng û rûyên jinên pêkhateyên cuda derketiye holê û got:"Ji bo di qada tenduristiyê de serkeftinên baş bê bidesxistin divê rengên hemû jinan derkeve holê. Hemû jin dema ku bibin yek dê di her qadê de serkeftinên mezin bê bidestxistin. Loma di vê konferansê de em hemû hatin gel hev. Biryar û pêşniyarên jinên ji pêkhateyên cuda ji bo girîng in. Ji bo encamên erênî bê girtin ew ê xebatên me bidomin."
'Ji bo jiyanek aram tenduristî girîng e'
Endama Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Jiyan Îbrahîm jî da zanîn ku ji bo jiyanek azad tenduristî girîng e û got:"Hinek tişt hene ku bingeha jiyana mirovan a aram ava dike. Yek vana tenduristî ye. Loma em girîngiyê didin vê qadê û me pêdivî bi konferansek bi vî rengî dît. Bi fikir û ramanên cuda konferansa ji qada tenduristiyê dewlemendtir bû. Ji bo pêşî li xebatên nû vebin û civak û jin di warê tenduristiyê de bêtir bibin xwedî agahî ev konferans girîng e. Em hêvî dikin ku dê serkeftinên mezin bên bidestxistin."








