Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 13:30 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Raziye Turgut ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 774 car bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keçtî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awart” tên astengkirin.