Agahî ji mirovên herêma operasyonê nayê girtin

  • 13:29 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED – Operasyona leşkerî ya ku duh piştî qedexeya derketina derve li navçeya Pasûr a Amedê hatibû destpêkirin, berdewam dike û têkiliya bi gundiyên li herêma operasyonê re hat birîn.
 
Operasyona leşkerî ya duh li gundê Eskar û 7 mezrayên wê yên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê ku piştî biryara qedexeya derketina derve ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat ragihandin dest pê kir, berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê ku li bejahiya gundê Eskar û mezrayên girêdayî wê Şexsalih, Nedrexûş, Mezrasor, Simetak, Delêderê, Axcana û Derikê pêk tê de ji qereqola Panagê û 2’emîn Tabûra Komandoya Cendirmeyan gelek top tên avêtin. 
 
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin di çarçoveya operasyona ku balafirên şer jî beşdar bûne de heta niha tu şer û pevçûn derneketine. 
  
Leşkerên beşdarî operasyonê bûne rêyên gundê Eskar û hemû mezrayên girêdayî wê girtine û ji sibehê ve şebekeyên xetên telefonan birîne û ji ber vê yekê agahî ji gundiyên li herêma operasyonê nayê girtin.