2'yemîn Konferansa Kongreya Star a li Şehbayê didome

  • 13:22 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - 2'yemîn konferansa Kongreya Star a bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" dest pê kiribû, bi xwendina rapora salê û nîqaşên li ser rewşa siyasî, rêxistinî dewam dike.
 
2'yemîn konferansa Kongreya Star a bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" dest pê kiribû, bi xwendina rapora salê û nîqaşên li ser rewşa siyasî, rêxistinî dewam dike. Piştî xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Endama Koordînasyona Şaredariyan Nûrşan Hisên Rapora salê xwend û di hundir rapora salê de rewşa siyasî, rêxistinî, rewşa jinê ji aliyê delegeyan ve hat nîqaşkirin.
 
Di rewşa siyasî de hat diyarkirin ku di çarçoveya hewldanên çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê de, gelek civîn li welatên derve wek Cenevreyê, Astana û Soçî hatin lidarxistin, lê belê ji ber ku nûnerên rast ên Gelê Sûriyeyê û bi taybet nûnerên gelê kurd tê de ne amade bûn, di encamê de jî çareseriyek derneket. 
 
Her wiha di xwendina rapora salê de kar û xebatên Yekîtiya Jinên Êzidî, Koordînasyona Jin û Rêveberiya Xweser, Jinên Tevgera Civaka Demokratîk, Komîteya Şaredarî û Ekolojî, Tevgera Jinên Ciwan, Komîteya Tendirustiyê, Komîteya Perwerdeyê, KPCD-Jin, Navenda Geşkirina Aboriya Jinê, Kevana Zêrîn, Yekîtiya Kar û Barên Olî, Komîteya Kedkaran, Nivîsgeha Kar û Barê rêxistinan,Hêza Parastina Civakî,Weqfa jin,Meclîsên Mlabata  Şehîdan,Rêxistina Sara, Saziya Mafê Mirovan, Komîteya Çalakiyan û Kar û Xebata Kongreya Star hat nirxandin. Her wiha delegeyan nîqaş kirin ku di hundir kar û xebata Kongra star de gelek pêşketin bi dest xistine.
 
Beriya niha karê ku hatibû kirin:
 
-Di nav top û Balafirên Artêşa Tirk de li herêma Efrînê meşên girseyî hatin li darxistin.
-Civîn li ser asta navçeyan ji jinên saziyan re hat çêkirin.
-Gelek perwerde ji jinên Rêvebir û Endamên Komîteyan re hatin dayin. 
-Ji bo guhertin û veguhertina baş ji jinan û endaman re semîner hatin dayîn.
-Bi armanca Parastina Mafê Jinê di hemû qadên jiyanê de civînên salane ya Mala Jin û komîteya li hevanînê hat lidarxistin.
-Ji aliya Meclîsa Herêma Helebê, Hêza Cewherî ya Kantona Şehbayê, Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, Heyva Sor a Kurdî û Yekîtiya Jina Azad a kantona Şehbayê pîrozbahî hat lidarxisin.
 
2'emîn konferansa Kongreya Starê bi nîqaşan didome.