Li gor rapora TMMOB'ê sedema qezaya trênê ya Çorluyê îhmal e

  • 12:19 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TMMOB'ê derbarê karesata trênê ya li Çorluyê rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber îhmalan qeza pek hatiye. Li gor raporê hat diyarkirin ku ya di bin rêya trênê de ne betornameya menfez e, tugla ye. 
 
Di 8'ê Tîrmehê de li Çorluyê qezaya trênê pêk hat û 24 kesî jiyana xwe ji dest dan. 338 kes jî birîndar bûn. Derbarê qezayê de Yekîtiya Odeyên Avahisaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Odeya Endezyarên Jeolojî ya Şaxa Stenbolê raporek parve kirin.
 
'Ji ber îhmalan karesat hat jiyîn'
 
Li gor rapora Gazeta Duvarê karesat ji ber îhmalan pêk hatiye.