Êrîşî gorên YPS'yiyan kirin
- 11:06 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve li dijî Şehîdgeha Yafesê êrîş pêk hat.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê li dijî Şehîdgeha Yafesê ya ku gorên YPS'yiyan lê bû li taxa Yafes ji aliyê kesên nenas ve êrîş pêk hat. Li dîwarê ku li aliyê gorên YPS'yiyan lê bûn nivîsa "Bedel" hat nivîdandin. Niştecihên taxê îdia kirin ku êrş ji aliyê polîsan ve hatiye kirin, gel jî bertek nîşanî êrîşê da.








