2'yemîn Konferansa Kongreya Star li Kantona Şehbayê dest pê kir

  • 11:00 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" li Kantona Şehbayê 2'yemîn Konferansa Kongreya Star dest pê kir. 
 
Rêxistina Kongreya Star li Kantona Şehbayê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" bi beşdarbûna 500 delegeyan 2'yemîn konferansa xwe dest pê kir. 
 
Di konferansê de Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê,Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê, Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Helebê û endamên wê, Berdevka Kongreya Star a Herêma Cizîrê Evîn Siwêd, Kongreya Star, Jinên Partiya Pêşeroja Sûriyeyê û hemû jinên  deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û navçeyên wê tevlî bûn.
 
Eywana konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê hatin xemilandin û pankertên "Efrîn warê jina ye, wê jin xwedî li Efrînê derkevin", "Bi rihê Şehîd Aveste û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin" hatin hilgirtin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtîn dîwana ji 5 kesan hat hilbijartin
 
Li ser navê Koordînasyona Kogreya Star Netewî Xemgîn axivî û got:"Dê hemû planên qirêj ên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê têk biçe. Serkeftin dê ya gelê Efrînê be."
 
Her wiha di konferansê de wê perspekfîfên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji aliyê Mamoste Fîden Îbêş ve were xwendin.
 
Di konferansê de wê rapora salê were xwendin û rewşa siyasî û rewşa rêxistinî were nîqaşkirin.