2'yemîn Konferansa Tenduristiyê ya Qamişloyê dest pê kir
- 10:42 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê bi dirûşma "Tenduristiyek azad jiyanek azad e" dest pê kir.
Îro li navenda çand û hunerê ya Aram Tigran a bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlega Kantona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîka Perwerde ya Tenduristiyê bi dirûşma "Tenduristiyek azad jiyanek aza e" dest pê kir. 500 delege, ji tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, Qadên tenduristiyê, mêvanên ji sazî û dezgeyên sîvîl, rêveberiyên xweser, rêxistinên tenduristî û mirovahiyê beşdarî konferansê bûn. Ji bo beşdarbûna konferansê şandeya ku ji Elmanya û Îtaliyayê hat li Silêmanî hatin astengkirin. Loma ew ê bi rêya skyp'ê tevlî konferansê bibin.
Konferansê dê du rojan dewam bike, roja yekemîn bername wiha ye:
Vekirin û avakirina dîwanê, axaftinên mêvana, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rapora salane ya tevahî qadên tendrustî dê were xwendin, her wiha dê li ser were nîqaşkirin û li ser tendrustiya xwezayî û beşên wê yê din dê were nîqaşkirin.
Konferans di roja xwe ya yekemîn de bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û bi axaftinan dewam dike.








