Bandora şer a li ser derûniya zarokên Şengalê

  • 10:35 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Nûpelda Têkoşîn/Nesrîn Hisen
 
ŞENGAL - Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ ket Şengalê û bi hezaran jin revandin gelek kes qetil kirin. Di nav vê komkujiyê de yên ku herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Jê hinek zarok li Çiyayê Şengalê ji birçîna, hinek zarokan jî ji tîna jiyana xwe ji dest dan. 
 
Bandora şerê ku ji dîrokê heta niha qewimiye herî zêde rûyê xwe yê sar nîşanî zarok û jinan daye. Zarokên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Şengalê de jiyana xwe ji dest dan mînakek ber bi çav a bandora şer e. Gelek jinên ku li pazaran hatin firotin jî hîn nehatine jibîrkirin. Mamosteyên ku li Şengalê zarokan perwerde dikin bandora şer a li ser zarokan wekî travmayek mezin pênase dikin. 
 
Mamoste Berîvan Heso da zanîn ku zarokên Şengalê di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de travmayek mezin jiyane û wiha got:"Zarokên ku di bin bandora şer de man heta demek dirêj  nehatin ser hişê xwe. Her dem kabûs didîtin. Niha ji bo zarokên Şengalê ji vê travmayê xelas bibin em çalakiyên cur be cur li dar dixin. Em stranan hînî zarokan dikin, qadên azad ji wan re diafirînin ku xwe di qada civakî de pêş bixin, em bi wan re rûdinên sohbetê dikin, di warê derûniyê de em piştgiriyê didin wan, em bi wan re lîstikan dilîzin. Lê gelek caran ev travmaya  di nava lîstikan de xwe dide der. Di lîstikan de zarok êşa ku di şer de kişandiye tîne ziman. Li vir heta ji destên me tên em hewl didin ku bi çalakiyên cur be cur zarokan ji bandora şer derxin."
 
'Dema ku ez stranan dibêjim ez bextewar dibim'
 
Zarokê bi navê Elî dexîl anî ziman ku dema ew strana dibêje bextewar dibe û got:"Ez 8 salî me. Ez û birayê xwe Egît em  bi hev re tên perwerdeyê. Em li vir stanan hîn dibin, lîstikan dilîzin. Dema ez stranan dibêjim û lîstikan dilîzim ez gelek bextewar dibim."
 
'Ez naxwazim zarok bigirîn'
 
Zaroka bi navê Evîn Bîrhîm diyar kir ku ew dixwaze şer bi dawî bibe û got:"Ez naxwazim êdî şer hebe. Ez naxwazim zarok bigirîn. Bila zarok strana bibêjin û bilîzin."