Çîrokek têkoşînê ya li hember qederê a dixwaze bi navê xwe bê nivîsîn
- 09:15 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
Safiye Alagaş
RIHA - Garîp Yeşîl a li dijî qedera ku jê re hatiye nivîsîn têkoşîn da, roja di 15 saliya xwe de zewicî têkoşîna wê dest pê kir. Garîp di xaniyekî ku yek odeya wê heye de 6 zarok mezin kir û niha Hevseroka HDP’a Sêwregê ye.
Garîp Yeşîl li dijî qedera ku jê re hatiye nivîsîn, têkoşîn da û di 15 saliya wê de hatiye zewicandin. Garîpê 6 zarokên keç anî dinê û piştî hevjînê wê dimre, ji bo zarokên wê jê neyên girtin têkoşînek mezin dide. Li cem jina bi navê Nur dixebite û ji hev re dibin hêz. Nûrê piştgiriya aborî û manewî dide Garîpê.
Çîroka wê li her malê, her kolanê…
Sekn û îfadeya ruyê Garîpê çîroka wê dide xuyakirin. Çîroka Garîpê di esasê de li her malê, li her kolanê heye. Garîp zaroka malbatek ji Amedê koçî Sêwrega Rihayê dike, tê dinê. Li wir Garîp tê dinê. Ji Garîpê re riyek tê xêzkirin. Malbat piştî demekê koçî metropolê dike. Çend sal şûnde dîsa vedigerin Sêwregê. Garîpê naşînin dibistanê. Garîpê wiha dibêje: “Min pir dixwest ez biçim dibistanê. Ez carna diçûm ber dibistanê, min zarok temaşe dikirin. Ez xemgîn dibûm.” Lê bi hewldana xwe xwendin û nivîsandinê hîn bû.
Di 15 salî ya xwe de hat zewicandin
Xizmên ku ji Amedê tên mala wan, Garîpê ji bavê wê dixwazin û wê demê 15 salî bû û bi mêrekî ku 7 sala jê mezintir bû dizewicîni. Garîpê der barê zewaca xwe de ev tişt got: “Agahiya min tunebû. Xizmên me hatibûn nîşanê. Ez dîtim û ji bavê min re gotibûn. Bavê min jî destûr dabû. Min tu tiştek fêm nedikir. Min mêrê ku ez ê bi wî re bihatam zewicandin jî nedîtibû. Heta roja zewicîm min nedît. Roja dawetê ez birim gundê Amedê. Ez û xwişka xwe birin odeyekê. Min mereq dikir mêrê ez pê re zewicîme kî ye.”
Bi 6 zarokên xwe re têkoşîn da
6 zarokên keç ên Garîpê çê dibin û piştî demekê hevjînê wê nexweş dikeve û ji gund tên Sêwregê bi cih dibin. Hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide. Garîpê wiha dibêje: “6 zarokên min hebûn. Tu tiştekî min tunebû. Min nizanibû ez ê çi bikim. Kesî piştgirî jî neda.”
Garîpê diçe cem dê û bavê xwe. Piştî demekê dayika xwe jî winda dike. Garîp diyar dike ku bavê wê xwestiye zarokan bide malbata hevjînê wê û wiha pê de çû: “Bavê min got ez nikarim li wê binêrim, zarokan bide malbata hevjînê xwe û tu jî bizewice. Min qebûl nekir. Min keça xwe ya biçûk da xwişka xwe ji bo ku nede wan. 5 zarokên min ên din dan wan. Ez kirim odeyekê û derî girtin. Min hewar kir. Ez qêriyam. Êşa wê rojê min kişand bila kes nekşîne. Zarokên min birin. Min keça xwe ya biçûk veşartibû dabû xwişka xwe. Piştî zarokên min çûn ez 4 saetan li ser betonê mam. Dest û lingê min tevizîn. Ez rakirim nexweşxaneyê. Ji ber zarokên min her tiştê min bûn.”
Ji bo zarokên xwe têkoşiya
Garîpê di berdewamiyê de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên min birin Amedê. Her zarokek min dabûn cem apekî wan. Bi zarokên min kar dikirin. Wek kole didan xebitandin. Keça min a mezin li min digeriya. Min ji xwe re karek dît. Min li zarokên jinek dadger dinihêrt. Yekane armanca min zarokên min bûn. Min got bila ez ji destê bavê xwe xilas bibim. Rojekê jina dadger rewşa min pirsî. Min jî tiştên hatibû serê min vegot. Wê jî rê da ber min. Ji min re got daxwaznameyê bide. Nasek min bi min re hat Amedê. Min daxwazname da dozger. Dozger gazî min kir û got tu karî li zarokan binêrî. Min jî got ez dikarim.”
Zarokên xwe girt
Garîpê dest nîşan dike ku ew ji ber êşa jiyaye hîna jî bavê xwe efû nekiriye û got dozger li gund lêkolîn kir û got: “Ji cîranan pirsî bûn. Gundiyan jî rewşa zarokan gotibû. Keçek min ji bo bê cem min reviya bû. Li keça min xistibûn. Rojekê ez li mala jina dadger bûm û ji qerekolê geriyan, gotin were keçên xwe bigire. Min zarokên xwe girt. Min xaniyek kirê kir. Ez xebitîm. Min zarokên xwe mezin kir. Cîhan bûbû ya me. Em gelek kêfxweş bûn. Spî ketibûn serê wan. Min hemû paqij kirin. Min ji kesî fêde nedît. Min zarokên xwe hewcedarê kesî nekir. Min bi meaşê xwe tenê dikaribû kirê û fatureyan bidim. Min 5 zarokên xwe şandin dibistana şevînî. Dibistan li ser riya Rihayê bû. Ava germ li wir tunebû. Min jî digot qe nebe rojê sê caran xwarina xwe dixwin. 15 rojan carê dihatin malê. Pereyê wan tunebû, dihatin ser riyan bi kamyonan dihatin malê. 5 salan wisa çûn dibistanê. Di vê pêvajoyê de rastî nêzîkatiyên zayenperest ên mêran jî dihatin.”
Piştevaniya Garîp û Nurê
Garîpê ji bo kar diçe mala Nur Bucak a doktor û Nur dibêje hewcedariya wê bi alîkarekê tuneye û li ser vê Garîp dibêje: “Xwezî te rewşa min bizanîbûya, te yê wisa nekira.” Garîpê wiha berdewam dike: “Ez hatim malê piştî demekê Nurê agahî şand. Got bê bixebite. Jinek xurt bû. Pir piştgirî da min. Digot ‘yek ji te re tiştekî bêje ez li vir im’. Min jî xwe xurt hîs dikir. Di rojên zor de li cem min bû. Ez 15 salan li cem xebitîm. Sê sal berê ji Sêwregê bar kir. Ez di xaniyê dayika wê de dimînim. Em hîna têkiliyên xwe didomînin. Bar kir lê hîna piştgiriyê dide min.”
‘Jin niha zêdetir bi cesaret in’
Keça wê ya biçûk bi daxwaza xwe zanîngeh berdaye û bi muzîkê re eleqeder dibe. 4 keçên wê jî zanîngeh qedandine. Niha hevseroka HDP’a Sêwregê ye. Bi piştgiriya keça xwe ya biçûk dîplomaye nivîsandinê girtiye. Garîpê di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Jiyan van tiştan tîne serê mirovan. Dema jiyan bi êş, zor û zehmetiyan derbas bibe li wir mirov dibin xwedî sebir. Divê em zêdetir piştgiriyê bidin jinan. Ez niha li ku jinek di zorê de bibînim ez xemgîn dibim. Lê jin ne wek berê ne.”








