Li Cizîrê garisê şîr li ser tezgahên jina ye

  • 09:09 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Garisê şîr yê ku her havîn li ser tezgahan cihê xwe digire, hem debara jinan hem jî deriyê piştevaniya jina ye.
 
Li Cizîr a Şirnexê her sal di mehên havînê de garisê şîr tê firotin û îsal jî bi germahiya hewayê re li ser tezgahan cihê xwe girt. Garisê şîr ku ji 7’an heta 70’ê bûye çavkaniya debara welatiyan, herî zêde jî jin kedê didê.
 
Kolektîf dixebitin
 
Jinên kaşilê garisên ji derve tên radikin, dipijirînin û amade dikin. Jin diyar dikin ku bi saya vê piştgiriyê didin aboriya malê. Jin garisên ji Edene an jî Mêrdînê tê, amade dikin û diyar dikin ku ew xebatek kolektîf dimeşînin.
 
‘Nan tê mala me’
 
Jina bi navê Sedîka Adiguzel got her sal di mehên havînê de garis difroşin û wiha pê de çû: “Hinek malbat garisên çê dikin tînin difroşin. Ewil kaşilê wan radikin piştre dipijirînin û li parkan difiroşin. Kar tune ye. Karê ku mirov bike tune ye. Em jî bi vê debara xwe dikin.”
 
Rihê piştevaniyê mezin dibe
 
Sedîkayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ne tenê garis, nok û fasuleyan jî çê dikin û got ew bi keda xwe pereyê xwe qezenç dikin. Her wiha daxuyakirin ku jinên taxê bi piştevaniyek mezin vî karî dikin.