‘Îktîdara AKP’ê dixwaze îdamê bi kuştina zarokan meşrû bike’

  • 09:05 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Aktîvîsta Jinan a TJA’yê ya Mêrdînê Nîlufer Erîk Yilmaz, anî ziman ku mijarên darvekirin û xesandinê yên ku ketine rojevê ne çareserî ne.
 
Aktîvîsta Jinan a TJA’yê ya Mêrdînê Nîlufer Erîk Yilmaz  îstîsmar û êrîşên li dijî zarokan ku di demên dawî de zêde bûne nirxand. Nîlufer diyar kir ku ev rewş ne bûyerên asayî û ji rêzê ne. Nîluferê destnîşan kir ku mijarên darvekirin û xesandinê yên ku di rojevê de ne ji pirsgirêka heyî re nanin çareserî.   
 
Nîlufer polîtîkayên AKP'ê yên beriya hilbijartina 24'ê Hezrîanê  bi bîr xistin û anî ziman ku beriya hilbijartina pêşwext gelek polîtîqayên AKP’ê hebûn û ji van polîtîqayan yek jî îdam bûye. Nîluferê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hilbijartina pêşwext  li dijî zarokan polîtîqayên qirêj hatin destpêkrin. Zarok piştî hilbijartina pêşwest rastî  revandin, qetilkirin û îstîsmarê hatin. Ji van mînakan yek jî zarokên bi navê Leyla û Eylul in. Ev jî tê wê wateyê ku îktîdara AKP’ê hem dixwaze rojevê bigûherîne û hem jî dixwaze ku cezayê îdamê meşrû bike. Ger ku ev îdam bi tene ji bo kesên jinan dikûjin, zarokan direvînin û îstîsmar dikin e bila derbikeve. Lê ger ku ji bo wan nîne bila îdam dernekeve. Ez bawer nakim ku sucdar bên îdamkirin. Ji ber ku di bin navê îstîsmarê de wê îdamê derbixin û piştre jî wê îdamê li cihên cuda de bi kar bînin. Lewra jî îktîdara AKP’ê ya ku dixwaze cezayê îdamê paşve bîne dixwaze vî cezyî meşrû bike û bi gel bide qebûlkirin. Ev jî nêzîkatiyeke gelek şaş û xeter e. Îktîdara AKP’ê dixwaze îdamê bi kuştina zarokan meşhûr bike.”
 
‘AKP dixwaze Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibe’
 
Nîlufer, di dirêjiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Îktîdara AKP’ê beriya hilbijartinê jî îdam anîbû rojevê. Bi qasî ku tê bîra min Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya demê  ya AKP'ê derbarê îstîsamara zarokan a li Weqfa Ensa ku hatibû kirin de nêrîna xwe anîbû ziman û gotibû  ‘ji carekê  tiştek nabe’. Ev helwesta ku di nava gel de bû sedema bertekan AKP'ê derbarê vê gotina sosret de pêdivî bi daxuyaniyekê jî nedît.  AKP ev 16 sal in li ser îktîdarê ye. Ev 16 sal in bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û îstîsmarkirin. 16 sal in jî li ser vê rewşê nehat sekinandin. Beriya hilbijartinê îdama ku hat rojevê û piştî hilbijartinê jî zarokên ku hatin revandin ne bûyerên ji rêzê û ne rasthatin e. AKP bi van polîtîkayan dixwaze Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibe. AKP bi anîna îdamê dixwaze welat bike gola xwînê. Dema ku cezayê îdamê ji nû de bê anîn li şûna ku sûcdar bên îdamkirin wê ev ceza di serî de li dijî gelê kurd bê pêkanîn. Ji ber wê jî îdam ji bo pirsgirêkên heyî ne çareserî ye.”
 
‘Îdam sucê mirovahiyê ye’
 
Nlifur, di dawiya axaftina xwe de got ku li dijî revandin, kuştin û îstîsmarê  pêwîst e gel deng derbixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku gel dengê xwe dernexe wê ev rewş her ku biçe xirap bibe. Divê ji psikologan alîkarî bê xwestin û malbat tiştan fêrî zarokên xwe bikin. Divê gel îdamê qebûl neke. Ji ber ku îdam sucê mirovahiyê ye. Dema ku îktîdara AKP’ê cezayê îdamê paşve bîne wê tevliheviyeke mezin derbikeve di navbera gelan de. AKP bi vî awayî Tirkiyeyê ber bi tunekirinê ve dibe. Divê gel bizanibe ku AKP dixwaze çi bike? Divê em vî rewşê di navbera xwe de niqaş bikin.”