'Wêneyê Pirsûsê yê biêş nayê jibîrkirin'

  • 09:25 19 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Dr. Çagla Seven a ku di dema Komkujiya Pirsûsê de destê Gokçe Çetîn girt û wêneyê wê hat kişandin ku îro ew wêne di bîra her kesî de ye, diyar kir ku ligel ew wêneyê hat kişandin di jiyana wê de bîranîneke herî xirab e jî ji wî wêneyî gelekî hez dike û wiha berdewam kir: "Min destê wê girt û xwest ku hinekî wê sakîn bikim. Ew dem gelek rast û gelek bi êş bû."
 
33 kes ji bo ku pêlîstokan bigihêjin ber destên zarokên Kobana ku ji DAÎŞ'ê paqij bûbû li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê kom bûbûn û di encama teqîna bombeya zindî de hatibûn qetilkirin. Di ser komkujiya Pirsûsê de 3 sal derbas bû. Dr. Çagla Seven ji komkujiyê sax xelas bû. 
 
'Gelek komkujiyên bi vî rengî di bin tarîtîyê de man'
 
Çaglayê bal kişand ser doza Pirsûsê û got:"Komkujiya Pirsûsê nayê ronîkirin. Gelek komkujiyên bi vî rengî di bin tarîtîyê de man. Lê em ê heta dawî doza xwe biparêzin."
 
'Wêneyê Pirsûsê yê biêş nayê jibîrkirin'
 
Çaglayê anî ziman ku di komkujiyê de wê bi destên hevala xwe girtîbû û wêneyê wê hatibû kişandin û got:"Wêneyê Pirsûsê yê biêş nayê jibîrkirin. Divê hemû kes ji bo Pirsûsê edaletê bixwaze. Cîhan bi dereke din ve diçe lê Tirkiye ji her alî paşve diçe. Em rûyên ronî yên vî welatî bûn. Me û hevalên me yên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan tenê aştî û aramî dixwest. Kesên ku me wekî neyar dît bi cîhatkaran re bûn yek û ev welata kirin gola xwînê. Di vir de yê ku zirar dît tenê gel bû."
 
'Gelek aliyan piştgirî dan me'
 
Çaglayê anî ziman ku gelek aliyan piştgirî dan wan û bi saya wan ew hîn zû bi ser xwe hatin û got:"Kesên ku ji me re gotin "terorîst" civak qeneh nekirin. Civakê piştgirî da me. Em li gor wan zarokên ku pêlîstok dibirin Kobanê bûn. Em wiha man."