Pirsûs destpêka pêvajoya komkujiyên li Tirkiyeyê ye
- 09:17 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Berdevka SGDF’ê ya Îzmîrê Alev Ozkîraz diyar kir ku komkujiya Pirsûsê li dijî destkeftiyên Kobanê û tevgerên sosyalîst ên bilind bûye pêk hatiye û got AKP ne DAÎŞ’ê, mexdurên DAÎŞ’ê terorîst dibîne.
3’emîn salvegera Komkujiya Pisûsê nêz dibe û 33 kesên ji bo avakirina Kobanê û ji bo zarokan ketin rê jiyana xwe ji dest dabûn. Bi banga Komeleya Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ciwanên hatin cem hev di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirûs a Rihayê hatin cem hev.
Di dema li Navenda Çanda Amara daxuyaniya çapemeniyê dihat dayîn de êrîşa bombeya zindî pêk hat û 33 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn. Têkoşîna lêgerîna maf a sê sale didome, tu car nesekinî û Însiyatîfa Malbatên Pirûsê di her 20’ê mehê de ji bo 33 kesî Qada Khalkedon a Kadikoyê çalakiya rûniştinê pêk tîne.
‘Ne DAÎŞ, mexdur wek terorîst tên dîtin’
Yek ji cihên balê bikşîne ser komkujiyê û dosya Pirsûsê Îzmîr e. Berdevka SGDF’ê ya Îzmîrê Alev Ozkîraz banga tevlîbûna bîranîna wê di 20’ê Tîrmehê de saet di 19.30’an de li Kolana Şehîdên Kibrisê pêk bê kir. Alevê diyar kir ku tevî di ser komkujiyê de 3 sal derbas bûye jî di doza li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê didome tu pêşketin tuneye.
Alevê destnîşan kir ku di qeydên vîdeoyan de û li gorî îfadeyên şahidan bi awayekî aşkere tê dîtin ku ambulans nayê qadê û wiha got: “Di komkujiyên Reyna û Balafirgehê de jî helwestek wisa a dewletê hebû. AKP ne DAÎŞ’ê, mexduran terorîst dibîne.”
‘Bi salane polîtîkayên çewisandinê didomin’
Alevê bi lêv kir ku piştî komkujiya Pirûsê girtinan dest pê kiriye lê birîndar û parêzer jî hatine girtin û van polîtîkayên çewisandinê yên dewletê berdewam kiriye û her ku bi ser neketine jî zêdetir hêrsa wan mezin bûye. Alevê wiha got: “Li Rojava şoreşa jinê pêk hat. Li Pirûsa ku kuştinên jinan û îstîsmara zarokan jî polîtîk e û êrîş jî di heman demê de xwedî bingehek polîtîk e. Pratîka herî mezin a dewlet û DAÎŞ’ê jî pratîka kuştina jinê ye.”








