Macida Ehmed: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • 09:04 19 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Rûken Goman   
 
DÊRIK - Macida Ehmed yek ji jina Ereb e ku sînorên civaka bindest derbas kir û tevlî xebatê tevgera azadiyê bû. Macida Ehmed wiha dibêje:" Divê hemû jin li dora fikir û ramanên Rêber Apo xwe bikin xelaka têkoşînê."
 
Jina Ereb a bi navê Macida Ehmed û 55 salî ya ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye got ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwaze. 
 
Macida Ehmed diyar kir ku ew bi parastina fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbilind e û wiha got:"Bi saya fikrên Rêber Apo min di sala 1984'an de tevgera azadiyê nas kir. Piştî ku min Rêber Apo nas kir ez hîn bêtir bûm parêzkara doza jinê. Li nav tevgera Ereban her dem jin tên çewisandin lê di nav Kurdan de tiştekî wiha tuneye. Ji ber ku Rêber Apo qiymetê dide jinê. Em jî qiymetê didin fikrê wî."
 
'Divê hemû gel jî ji bo azadiya wî têbikoşin'
 
Macidayê wiha domand:"Dema ku min bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî me behsa rêxistinkirin û parastina mafê jinê kir. Gelek mafê jinê diparast. Têkoşerê doza xwe bû. Loma divê Rêber Apo azad bibe. Ji ber rejîma Baasê û Îranê min gelek îşkence dît. Sîstemên Baasê û Rejîma Îranê her dem jinê diçewisînin lê Rêbe Apo mirovekî cuda ye. Ew jinê naçewisîne, mafê wê diparêze.  Di heman demê de wî başiya hemû gelan dixwest. Divê hemû gel jî ji bo azadiya wî têbikoşin."
 
'Min hêz ji berxwedana Rêber Apo girt'
 
Macidayê da zanîn ku ew dikare ji bo azadiya Gelê Kurd û Abdullah Ocalan canê xwe feda bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêber Apo dostê jinê ye. Jin ji tarîtiyê xelas kir û xwedî vîneke bi hêz e. Loma min hêz ji berxwedana Rêber Apo girt. "