'Em ê heta dawî li dijî zinhiyeta dagirker berxwe bidin'
- 09:01 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
MINBIC - Endama Dîwana Zagonsaz a Bajarê Minbicê Emel Bozgeyik têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Minbica Demokratîk got:"Em ê mudaxaleya tu hêzên dagirker a li ser Minbicê qebûl nekin. Em bi hemû pêkhateyên Minbicê bajarê xwe bi awayekî demokratîk bi rê ve dibin loma em hemû bi hev re li dijî dagirkeran disekinin."
Endama Dîwana Zagonsaz a Bajarê Minbicê ya Tirkmen Emel Bozgeyik têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Minbica Demokratîk got:"Hemû pêkhateyên li Minbicê ji ber ku di nav demokrasiyê û aramiyê de dijîn naxwazin ku Tirkiye mudaxaleyî wan bikin. Em ê heta dawî li dijî zinhiyeta dagirker berxwe bidin."
'Minbic baxçeyekî rengîn e'
Emel Bozgeyik da zanîn ku ew ê li dijî zihniyeta dagirker bersiva xwe bidin û wiha got:" Minbic bi çanda xwe ya kevnar û bi navê Bajarê Helbestvanan tê nas kirin. Her wiha civaka Minbicê ji Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkezan pêk tê. Gelên Minbicê rastî êrîşa gelek komên wekî Rêjîma Baasê, Artêşa Azad û Çeteyên DAIŞ`ê, hatin. Lê ev komên çeteyan hemû jî têk çûn û bi taybet jî Minbic bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Minbicê ya Leşkerî ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Niha jî Minbic xwe bi xwe bi rê ve dibe. Di hemû saziyan de mirov rengê pêkhatiyên cuda dibîne. Her kes çanda xwe, zimanê xwe, kevneşopiyên xwe bi hev re parve dike. Ev yek jî rastiya civaka Minbicê ya rengîn nîşan dide. Minbic baxçeyekî rengîn e."
'Di dîrokê de cara yekem e ku Minbic xwe bi rê ve dibe'
Emelê diyar kir ku di dîrokê de cara yekem e ku Minbic xwe bi rê ve dibe û wiha domand: "Wekî Turkmenan me cihê xwe di hemû sazî û dezgehên Minbicê de girt, ji bilî vê jî bi taybet saziyeke me heye ku hemû Turkmenên Minbicê tê de cihên xwe digirin. Pêkhateyên din jî weke me hemû mafên xwe bi dest xistine.Yekbûyîna hemû pêkhateyên di Minbicê de di dîrokê de hîna tu carî çênebûye. Tenê bi avakirina pergala me ya rêvebirina demokratîk yekbûyîn pêk hat."
'Di pergala demokratîk de jinê jî cihê xwe girt'
Emelê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di pergala demokratîk de jinê jî cihê xwe girt û wiha pê de çû:"Ji bo jinên Minbicê cara yekemîn e ku hebûna xwe di nav pergalê de di asta pêşengtiyê de digire. Ji qada trafîkê bigire heta ya leşkerî jin cihê xwe tê de digirin. Jin di qadên siyasî de jî rola xwe dilîze. Bi giştî di pergala me de, jin û mêr di heman astê de ne. Jixwe li kêleka vê jî saziyên jin ên xweser jî hene. Meclîsa Jinê, Komîteya Jinê, Mala Jinê û Aboriya Jinê jî mînakên saziyên xweser in. Niha jî em di nava xebatên amedekirina projeyên xizmetên çandî, aborî û siyasî de cihên xwe digirin. Ji bo vê jî armanca me ew e ku em jinan di her astê de pêş bixin û civakê jî pê re pêş bixin."
'Em ê rê nedin dagirkeriyê'
Emelê, ragihand ku ew weke hemû pêkhateyên Minbicê mudexaleyên dewleta Tirk ên li ser pergala Minbicê, qebûl nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Axa Minbicê bi xwîna hemû şervanan hat rizgarkirin û me rêveberiya xwe ava kir. Ji bo vê jî em naxwazin tu hêz mudaxeleyî ax û pergala me bikin."








