ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 19 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Endama Dîwana Zagonsaz a Bajarê Minbicê Emel Bozgeyik têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Minbica Demokratîk got:"Em ê mudaxaleya tu hêzên dagirker a li ser Minbicê qebûl nekin. Em bi hemû pêkhateyên Minbicê bajarê xwe bi awayekî demokratîk bi rê ve dibin loma em hemû bi hev re li dijî dagirkeran disekinin." DÎMEN HEYE
*Fatma Ebdulrehman EL-Alî ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike, yek ji jinên ku pêşdarazên civakê hildiweşîne ye. Fatmayê bang li hemû jinan kir ku ew jî têbikoşin û li ser lingên xwe bisekinin û nehêlin ku tu tişt li hemberî daxwazên wan ê jiyanî bisekinin.
*Macida Ehmed yek ji jina Ereb e ku sînorên civaka bindest derbas kir û tevlî xebatê tevgera azadiyê bû. Macida Ehmed wiha dibêje:" Divê hemû jin li dora fikir û ramanên Rêber Apo xwe bikin xelaka têkoşînê." DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojava Yasmîn Hesen di derbarê kar û xebatên Weqfê û asta pêşketina xebatan de nirxandin kir û got:"Weqfa Jina Azad kar û xebatên xwe di çarçoveya xizmeta ji bo jin û zarokan de dimeşîne."
*Berdevka SGDF’ê ya Îzmîrê Alev Ozkîraz diyar kir ku komkujiya Pirsûsê li dijî destkeftiyên Kobanê û tevgerên sosyalîst ên bilind bûye pêk hatiye û got AKP ne DAÎŞ’ê, mexdurên DAÎŞ’ê terorîst dibîne. DÎMEN HEYE
*Hunermend Rewşen Çelîker ku bi Kurdî û Ermenî stranan dibêje, diyar kir ku muzîk di esasê de vegotina heqîqetê ye. DÎMEN HEYE
*Kanên xîzê yên li ser çemê Dîcleyê ne û ligel bertekên gel nayên girtin, di du hefteyên dawî de 3 zarokî lê jiyana xwe ji dest da. DÎMEN HEYE
*Li gorî ‘Rapora Civak û Cudahiya Otîzmê’ yek ji mijarên ku herî zêde malbat dikevin fikaran ev e ku zarokên wan rastî zordariyê bên û bandora mezin a nûneriya çapemeniyê li ser civakê heye.
*Parêzer Hatîce Aslan ku ji serî de doza Somayê dişopîne, guhertina dadger û tiştên hatine jiyîn vegot û got biryara birine dadgeha îstînafê, wê bibin DDB û DMME’ê. DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun a ku ji ber tevli cenazeyê Mehmet Yakişir ê HPG'î bû derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin diyar kir ku tevlibûna merasîme cenaze di kîjan bawerî çandê de qedexe ye û ev tiştgot: "Dema ku me berpirsiyariya îradeya gel girt ser xwe me hetişt da ber çavên xwe."
*Dr. Çagla Seven a ku di dema Komkujiya Pirsûsê de destê Gokçe Çetîn girt û wêneyê wê hat kişandin ku îro ew wêne di bîra her kesî de ye, diyar kir ku ligel ew wêneyê hat kişandin di jiyana wê de bîranîneke herî xirab e jî ji wî wêneyî gelekî hez dike û wiha berdewam kir: "Min destê wê girt û xwest ku hinekî wê sakîn bikim. Ew dem gelek rast û gelek bi êş bû."








