Li Serêkaniyê hilbijartina Rêveberiya Kongreya Star hat çêkirin

  • 16:45 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Li Bajarê Serêkaniyê hilbijartinên Meclîsa Kongreya Star a bajêr hat çêkirin û 11 rêveberên nûh hatin hilbijartin.
 
Li navenda çand û hunerê ya Bajarê Serêkaniyê hilbijartinên Meclîsa Kongreya Star a nûh hatin çêkirin û 3 rêveberên nûh û 8 endamên meclisê hatin hilbijartin. Jinên Kurd, Ereb û hemû sazî rêxistinên Serêkaniyê beşdarî hilbijartinê bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin hilbijartinê dest pê kir. Pişt re wesîqeya Rêxistina Kongreya Star ji hêla Endama Kongreya Star Mona Yûsif ve hat xwendin. 11 rêveberên nûh hatin hilbijartin. 
Rêveberê nû ev in :"Selwa Xetîp, Hemrîn salih, Sebah Abdal-bekir".
 
Her wiha Endamên Meclisê jî ev in: Bêrîvan Naso, Lîlav Mihemed, Hedla Mistefa, Sabrîn Mehmud, Ezîza Sedo, Gulîstan Ebdikê ,Cihan Abdullah, Xanim Eyo ne.
 
Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Kongreya Star bi hilbijartinê beriya kongreya xwe ya sêyemîn bi rêbaza demokratîk pêk tîne.
 
Hilbijartin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.