Li Amedê buhayê veguheztina komî zêde bû
- 15:09 18 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - Li Amedê buhayê veguheztina komî ku bi minîbus û bi otobusan tê kirin zêde bû.
Navenda Koordînasyona Veguhestinê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin e, buhayê veguhestina ku li nava bajêr bi minîbus û bi otobusan tê kirin zêde kir. Li gorî biryara ku hat girtin, ji kesesên li nava bajêr bi minîbusê rêwîtî dikirin heta roja îro 1,5 TL dihat girtin lê wê ji îro û şunde 2 TL bê girtin û ji kesên ku bi otobusê jî rêwitiyê dikin ku heta roja îro 1,25 TL dihat girtin wê ji îro û şunde 1,75 bê girtin.
Sedema buhayê ku hat zêdekirin, wekî buhabûna benzîn û parçeyên wesayitan hat nîşandan.
Li Amadê herî dawî di sla 2009'an de buhayê veguhestina nava bajêr hatibû zêdekirin, di Tebaxa 2013'an de jî ji aliyê şaredariyê ve buha hatibû zêdekirin lê ji ber bertekên welatiyan paşve hatibû kişandin.








