Jin wê di navbera 1 û 3'yê Tebaxê di çalakiyan de bin

  • 13:11 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED - Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Hatine Destgîrkirin, bernameya  xwe ya derbarê 3'ê Tebaxê Roja Qirkirina Jinan de aşkera kir. 
 
Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Hatine Destgîrkirin, bernameya xwe ya çalakiyên ku wê ji bo 3'yê Tebaxê Roja Qirkirina jinan li dar bixe bi civîneke ku li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê pê anî aşkera kir. Di civîna ku hat lidarxistin de li gel endmêN platformê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan ya Êlihê  Feleknas Uca û Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî Amade bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê endama platformê Şukran Mizrak ve hat dayîn. Şukran diyar kir ku di 3'yê Tebaxa 2017'an de li gorî hejmara fermî 5 hezar Şengalî ji aliyê DAÎŞ'ê  ve hatine qetilkirin û pişter jî bernameya xwe ya çalakiyan ku wê li dijî komkujiyê li dar bixin aşkera kir.
 
Bernameya çalakiyên ku wê di navbera 1 û 3'yê Tebaxê de li dar bixin wiha ye:
 
1'ê Tebaxê: Wê bi panel, semîner û pêşangeha wêneyan ku bê pêşandan bal bê kişandin ser komkujiyê.
 
2'yê Tebaxê: Li ser Twîtter ê saet di 20.00'an de,  bi “#3ağustos” hastagî rojev bê avakirin.
 
3'yê Tebaxê wê saet di 11.00'an de çalakiyeke bê deng deqeyekê bê li darxistin  û piştre jî wê daxuyanî bê dayîn.