Mêrê ku jinek di metrobusê de tacîz kir rastî bertekên rêwiyan hat
- 11:51 18 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê di metorbusê de dema ku mêrekî, wêneyê jinekê bi telefona xwe kişand û ew tacîz kir ji alyê rêwiyan ve hat girtin.
Li Stenbolê di metrobusê de mêrekî, wêneyê jinekê bi telefona xwe kişand û ew tacîz kir. Tacîza ku di kameraya metrobusê de jî hat dîtin ji aliyê rêwiyan ve hat ferqkirin û rêwiyan mudaxeleyî mêrê tacîzkar kir. Rêwiyan xwest ku telefona tacîzkar kontrol bikin lê wî telefon neda û ji metrobusê peya bû.
Herwiha jina ku bi tacîzê re rûbirû majî diyar kir ku ew ê li tacîzkar gilî bike.








