'Perwerde bingeha jiyanek rasteqîn e
- 11:40 18 Tîrmeh 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Bi armanca rêxistinkirin û perwerdekirina jinê Kevana Zêrîn a Navenda Çand û Hunerê ya Bajarê Serêkaniyê di 8'ê Tîrmehê de li Serêkaniyê dest bi dewreya perwerdeya xweser kirin. Perwerde dê heta 30'î Tîrmehê bidome. Jinên Hunermend ji Girê Spî, Şehba, Kobanê û Serêkaniyê beşdarî perwerdeyê bûn.
Bi armanca rêxistinkirin û perwerdekirina jinê Kevana Zêrîn a Navenda Çand û Hunerê ya Bajarê Serêkaniyê di 8'ê Tîrmehê de li Akademiya Şehîd Welat a Serêkaniyê dest bi dewreya perwerdeya xweser kirin. Perwerde dê heta 30'î Tîrmehê bidome. Jinên Hunermend ji Girê Spî, Şehba, Kobanê û Serêkaniyê beşdarî perwerdeyê bûn. Di dewreya perwerdeyê de mijarên wekî dîroka jinê, civaka xwezayî, desthilatdarî, rejîma heqîqetê, dîroka Kurdistanê, şerê taybet tê dîtin. Jinên ku tevî perwerdeyê dibin derbarê wê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Perwerde bingeha jiyanek rasteqîn e."
Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn a Bajarê Serêkaniyê Nalîn Mihemed girîngiya perwerdeyê wiha anî ziman:"Perwerde hem ji bo jinan hem jî ji bo siberoja civakê gelek baş e û pêwist e. Hem jinên Ereb hem jî jinên Kurd di nava vê perwerdeyê de cihê xwe digirin çimkî pergala Kevana Zêrîn li ser esasên wekheviyê dimeşe."
'Perwerde hîmê bingeha jiyanê ye'
Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn a Efrînê Bêrîvan Dodex bal kişand ser eleqeya jinê ya ji bo perwerdeyê û wiha got:"Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne gelekî kêfxweş in. Ji ber çand û huner ji bo civakê gelek girîng e divê di vî warî de her dem eleqeyek mezin bê nîşandan. Ji ber ku bi salan e gelek zilm li jinê tê kirin loma divê bi taybet jin bên perwerdekirin. Perwerde hîmê bingeha jiyanê ye."
Her wiha Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn a Girê Spî Sozdar Mihemed jî da zanîn ku perwerde naskirina kesayetan mirovan e loma divê hemû jin ên ku beşdarî perwerdeyê nebûne beşdar bibin.








