Şerîfe Kalkan:Ev ceza li malbatê hatiye birîn

  • 10:50 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rozerîn Kalkan a ku bi hinceta "Endama Rêxistinê" 9 sal bi hinceta "Propangandaya Rêxistinê" jî salek û sê mehan ceza lê hat bîrin, dayika wê Şerîfe Kalkan cezayê lê hat birîn şermezar kir û got ku cezayê li Rozerînê hatiye birîn bêhiqûqî ye. Şerîfe, diyar kir ku cezayê li Rozerîn hatiye birîn hemû malbata wê birîne.
 
Rozerîn Kalkan di 11'ê Tebaxa 2016'an de di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û 9 rojî li Emniyeta Mêrdînê li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ma û bi îşkenceya fîzîkî û zayendî re rûbirû ma. Di 3’ê Tirmehê de rûniştana biryarê ya doza Rozerînê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Rozerînê li Girtîgeha Şakranê bi rêya SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bibû û bi hinceta "Endama Rêxistinê" 9 sal bi hinceta "Propangandaya Rêxistinê" jî salek û sê mehan ceza lê hat bîrin. Derbarê mijarê de dayika Rozerin, Şerîfe Kalkan axivî.
 
Şerîfeyê, anî ziman ku Rozerîn xwendevan bû, cezayê ku lê hatiye birîdn qebûl nake û wiha got: “Ji bo çi cezayekî wiha mezin li Rozerînê birîn, ew xwendevan bû, divê cezayekî wer bilind lê nehata birîn. Tu sûcê Rozerîn tune ye, wê rojek hatin ji malê bê sûc girtin û birin. Îro ev cezayê ku li Rozerinê hatiye birîn ne  bi tenê li wê, ev ceza di heman demê de li malbatê jî hatiye birîn. Ev tişê ku tê kirin bêhiqûqî ye. Em vî cezayî tu carî qebûl nakin.”
 
‘Ez ê tim li pey mafê keça xwe bim û bişopînim’
 
Şerîfe, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku bi cezayê li Rozerînê hatiye birîn dixwazin îrade û vîna gelê kurd bişkînin û wiha pê de çû: “Bi vî cezayî dixwazin hêza kesên têkoşer bişkînin. Lê belê ne hêza wan û ne jî ya me nikarin bişkînin. Keça min tiştekî xirab nekiriye. Ez ê heta dawiyê li ser şopa keça xwe bim. Ez ê tim li pey mafê keça xwe bim û bişopînim. Heta cezayê ku li Rozerîn hatiye birîn xirab nebe ez ê dev ji vê têkoşînê bernedim.”
 
‘Me ev ceza heq nekiriye’
 
Şerîfe, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku Rozerîn 11 mehan  di Girtîgeha Nîgde de di hucreyê de hatiye girtin û da zanîn ku piştî 11 Rozerînê sewkî Îzmîrê kirine û wih got: “Tendûristiya Rozerînê ne baş e. Nikare pênûsê bigire destê xwe û nivîsê binivîsîne. Rewşa keça min her ku diçe xirab dibe û wê  nabin nexweşxaneyê. Her wiha qawişa ku keça min tê de ye di navê de 6 jinên ku nexweşên penceşêrê ne jî hene û rewşa wan ne baş e. Ji bo tendûristiya wan jinan jî divê tişta pêwist bê kirin. Ceza yê ku li Rozerîn hat birîn jî bandoreke mezin li me kir.  Ji ber ku keça min hat girtin hevjînê min jî ji kar hat avêtin. Dewletê bi her awayî rê li pêşiya me girtiye. Her wiha em her meh nikarin biçin hevdîtina keça xwe jî. Pêdiviya me bi dîtina keça me heye û ya wê jî bi me heye. Lê em tim nikarin biçin hevdîtina wê. Em dixwazin ku ev ceza bê xirakirin. Ne me û ne jî keça me ev ceza heq nekiriye."
 
‘Ez ê îtîraz bikim’
 
Şerîfe, di dawiya axaftina xwe de got ku li dijî cezayê li Rozerînê hatiye birîn wê bêdeng nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ê îtîrazî  vî cezayî bikim. Ev ceza nayê qebûlkirin. Ji ber ku em kurd in ev ceza li me tê birîn.  AKP 16 sal in li ser îktîdarê ye û ev 16 sal e jî li me zilmê dike. Em ê li dijî vê  zilmê tu carî serî netewînin. Divê hemû Gelê Kurd li dijî van cezayên dij hiqûqî ku tên birîn  rabin ser piyan.”