Konferansa Kongreya Star a Helebê bi dawî bû
- 10:04 18 Tîrmeh 2018
- Rojane
HELEB - Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Helebê bi biryaran û hilbijartina meclîsa nû ya kongreyê bi dawî bû.
Duyemîn Konferansa Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Şoreşa Jinan bikin şoreşa civakî" û bi beşdarbûna 350 delegeyan û nûnerên partiyên Sûriyeya Pêşerojê û PYD’ê, her wiha Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Hevgirtina Niştimanî ya Demokratîk, YPG, YPJ, Asayîşa Jin û şandeyek ji kantona Şehbayê de vê sibehê dest pê kiribû.
Di konferansê de, Rêvebera TEV-DEM'ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Fehîma Silêman axivî û anî ziman ku Kongreya Star di salên dawî de di her aliyan de gavên girîng avêtin û got: "Li gel serkeftinan jî kêmasî di aliyê rêxistinbûyînê de derketin, sedemên kêmasiyan jî mercên ku tax têre derbas bû ye. Em bi hêvî ne ku kêmasî dîsa dernekevin."
Fehîma teqez kir ku di şerê li taxê rû da de, jin û dayikan rola pêşeng lîstin û di eniyên pêş de li ber xwe didan, bê westandin efsanên qehremaniyê xêz kirin.
Rêvebera Kongreya Star a Helebê, Fatima Hesekê peyamên pîrozbahiyê xwend.
Piştî xwendina rapora salane ya xebatên kongre nirxandin hatin kirin, giraniya nîqaşan li ser çawaniya derbaskirina kêmasiyan bû.
Piştî nîqaşan bi erêkirina hemû endamên kongre biryar hatin girtin. Ji wan; Ji bo azadiya Rêberê Gelê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî dê werin domandin, hemû têkoşerên azadiyê yên jin dê werin bîranîn, ji bo rizgarkirina Efrînê kar werin kirin, aboriya jin werin pêşxistin, xebatên rêxistinkirina jinan werin domandin, baxçeyên zarokan, navend û akademiyên jinê werin vekirin, ji bo nivîsandina berxwedana jinên taxa Şêxmeqsûdê komîteyek were avakirin, her wiha komîtyeke amadekar ji bo çalakiyên kongre were avakirin û dewreyên perwerdeyê yên kombuterê werin vekirin.
Di Konferansê de, Hêvîn Silêman, Nehla Mustefa, Fatima Hesen û Sîham Bîlal wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Helebê hatin hilbijartin
Axaftina dawî ya konferansê ji aliyê endama Kongreya Star Zelal Xebat ve hat kirin. Zelal Xebat, konferans li jinên Bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pîroz kir û têkoşîna jina azad a rêxistinkirî silav kir û teqez kir ku li Rojava wê xeta Neteweya Demokratîk bişopîne û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têdikoşe.
Zelal Xebat got ku xebatê jin xwe dispêre sê lingan "Rêxistin, Perwerde û Hêza çalakiyên rizgarkirina Efrînê"
Konferans bi dirûşemên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.








