Li Mêrdînê 4 zarok 9 salan rastî îstîsmara zayendî hatin

  • 09:15 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Şemrexa Mêrdînê mêrê bi navê E.A, 3 xûşkên wî jî di nav de 4 zarok 9 salan bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştine. Bersûcê ku sûcê  xwe qebûl kir got ku ew poşman e û doza tehliyeya xwe kir. 
 
Lİ Şemrexa Mêrdînê mêrê bi navê E. A yê 22 salî  3 xwuşkên wî jî di nav de 4 zarokê 9 salan bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştin. Di Mijdara 2017’an de ji sê xwişkan yekê li dibistanê di dersa otobiyografiyê ya bi navê ‘xwe vebêje’ de  tiştên hat serê wê nivîsî. 
 
Zarokê di otobiyografiya xwe de got ‘Ez ditirsim bi birayê xwe re tenê li malê bim ji ber ku…Ez ji we re dibêjim birayê min çi dike lê ji tu kesî re nebêjin’. Piştî vê rêveberiya dibistanê serî li merciyên edlî da û piştre bi hevkariya psîkolog îfadeya zarok hat girtin. Zaroka mexdur diyar kir ku di pola 7’an de dema li malê tenê maye rastî îstîsmara birayê xwe hatiye û got du xwişkên wê yên din jî rastî heman pêkanînan tên. 
 
Piştî bûyer derket holê şûnde  bersûc ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zarokan’ hat girtin. Di lêpirsîna hat vekirin de  ji heman sucan der barê gumanbar de doz hat vekirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de du zarokên din jî gotin ku ew rastî îstîsmara birayê xwe hatine. Derket holê ku bersûc piştî 2015’an şûnde li dijî xwişkên xwe îstîsmar pêk neaniye û  di navbera 2015-2017’an de jî hevala xwe ya lîseyê îstîsmar kiriye.
 
‘Xwişk û birayên min didîtin’
 
Ji zarokan yekê jî di îfadeya xwe de diyar kir ku îstîsmar ji pola sêyemîn a dibistana seretayî dest pê kiriye heta pola 8’an berdemam kiriye.  Zarok di vê navberê de rastî şîdeta fîzîkî jî hatiye.  Zarokê anî ziman ku du xwişkên wê jî dem bi dem bûne şahida van bûyeran lê nikaribûne tiştekî bike. Zaroka din ya mexdur jî got bi zora çekê ew tehdîd kiriye û şopên îşkenceyê li bedena wê hebûne û got îstîmsara lê hatiye kirin di navbera 2015-2017’an de berdewam kiriye. Her wiha îstîsmar bi raporê hat piştraskirin.
 
Piştî temambûna lêpirsînê şûnde doz li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin û runiştin taloqî dîrokek din hat kirin.