Dixwazin gelê Sûrê bi aboriyê ceza bikin

  • 09:13 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED - Xebatên rê yên ev saleke li Kolana Gazî ya Sûrê didome,  welatî bêzar kir û mirov nikarin di rê de bimeşin. Esnafan diyar kir ku bi xebatên rê yên bi dawî nabin, tê armanckirin ku gelê Sûrê bi aboriyê ceza bikin.
 
Ji aliyê qeyûm ve li gelek navçeyên Amedê xebatên peyarê dimeşin û yek ji van cihan Kolana Gazî ya Sûr a Amedê ye. Gel diyar kir ku xebatê wê bi awayekî temam nabin û gotin ew ji ber axê nikarin bimeşin û ew bêzar bûne. Esnafên Sûrê jî bertek nîşanî rewşê dan û gotin dixwazin gelê Sûrê bi aboriyê ceza bikin. Jina bi navê Arya Çelîk jî got nizanin xebatên rê wê heta kengî bidomin.
 
Aryayê got ew salek berê bi gelek hevalên xwe re ji şaredariyê hatiye îxrackirin û têkoşîna xwe ya zor û zehmet wiha vegot: “Piştî ez hatim îxrackirin min kar nedît. Min got ez ne bêçare me û ez ê her tiştî bikim. Min dema xwe winda nekir û min dukanek vekir.”
 
‘Esnafiya li Sûrê pir cuda ye’
 
Aryayê bi lêv kir ku demek berê li Sûrê şerek hatiye jiyîn û bi vê re jî gelek kesî jiyana xwe ji dest daye û wiha pê de çû: “Sûr ji bo min pir cuda ye. Ji ber vê min dukan li wir vekir. Ji ber şer mirovan koç kir. Lê piranî kesî tevî her tiştî malên xwe terk nekirin. Bi şer neqedandin niha dixwazin bi aboriyê lêxin. Dixwazin aboriya wan qels bikin.”
 
‘Polîtîkayên dewletê didomin’
 
Aryayê di dawiya axaftina xwe de  got ji roja dukan vekiriye heta niha xebatên rê hene û got bi van xebatan a tê armanckirin, ev e ku Sûrê bê aborî bihêlin û gel bi vî awayî ceza bikin.  
 
Aryayê destnîşan kir ku çêkirina rê mexduriyetek mezin afirandiye û ev saleke ev rewş didome.