'Perwerdeyek baş tê wateya nasnameyek azad'
- 09:03 18 Tîrmeh 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Peymangehên Kantona Hesekê Mîdiya Şemdîn diyar kir ku perwerdeyên peymangehan bi armanca gihaştina mamosteyên serkeftî û ji bo civakek zana tê dayin û got:"Di avakirina fikrên azad û pêşketina perwerdeyê de rista perymangehan gelek girîng e. Bandora Şoreşa Rojava ya li ser Peymangehan jî gelek girîng e. Ger Şoreşa Rojava pêk nehata dê îro peymangeh nehatiba avakirin."
Peymangeh yanî Enstutiyên Perwerdeyê bi armanca têgihaştina mamosteyan û bingeha perwerdeyek saglem hat avakirin. Heta niha gelek şagirt ji Peymangehê hatine mezûnkirin. Endama Rêveberiya Peymangehên Kantona Hesekê Mîdiya Şemdîn derbarê peymangehan de da zanîn ku ji bo nifşên nû yên serkeftî pêwistî bi têgihaştina mamosteyên serkeftî heye.
Mîdiya Şemdîn diyar kir ku ew ji bo xizmetek baş a perwerdeyê dixebitin û got."Ev 3 sal û nîv in 6 peymangeh li Kantona Hesekê hat avakirin. Di vana salan de gelek mamoste hatin gihaştin. Bandora Şoreşa Rojava ya li ser Peymangehan jî gelek girîng e. Ger Şoreşa Rojava pêk nehata dê îro peymangeh nehatiba avakirin."
'Mamoste bingeha perwerdeyek baş e'
Mîdiyayê da zanîn ku mamoste bingeha perwerdeyek baş e û wiha domand:"Heta ji destên me tê em hewl didin ku mamosteyên serkeftî em tê bigihêjin. Gihaştina mamosteyan hem girîng e hem zor e. Hewldanek mezin divê ji bo gihaştina mamosteyan. Loma em vî karî wekî karekî pîroz dibînin. Hemû nifşên nû li gor perwerdeya mamosteyan tê gihaştin. Loma pîşeya mamostetiyê gelek girîn e. Loma divê em bi hesasiyet taybet nêzî pîşeya mamostetiyê bibin."
'Komîteya xweser a peymangehê hat avakirin'
Mîdiyayê anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan komîsyona xweser a peymangehê hatiye avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo çareserkirina pirsgirêkan komîteya xweser jî hat avakirin. Ji bo me pîvana perwerdeyê ne tenê hatina peymangehan e, hilberîna di peymangehan de ji bo me girîng e. Em ê di demên pêş de xebatên xwe zêdetir bikin û asta peymangehan bilind bikin. Em ê ji bo peymangehan pergalek nêzî zanîngehan ava bikin. Armanca me ew e ku em di warê perwerdeyê de xebatên herî hêja bikin. Çimkî perwerdeyek baş tê wateya nasnameyek azad."








