Dayika ku parçeyek ji kezeba xwe diyarî Şoreşa Rojava kir

  • 09:02 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Ji dîrokê heta niha gelê Kurd her dem di bin mêtingerî û dagirkeriya desthilatdaran de têkoşîna jiyanê dane. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê berxwedanên bê hempa yên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê mohra xwe li dîrokê xistiye. Yek ji vê berxwedana ku mohra xwe li dîrokê xist 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava ye. Gelek berxwedêrên ku di doza têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan îro bi rûmetdariyek mezin tên bibîranîn. 
 
Bê guman di doza têkoşîna azadiya Kurd de dayikên Kurd xwedî rol û misyonek gelek girîng in. Dayikên Kurd ji dîrokê heta niha bi ked, hêvî û hêsirên xwe yên pîroz doza têkoşîna Kurd parastine. Yek ji wan dayikan Cemîla Nûhê ya ji Til Teltemirê ye ku wê jî parçeyek ji kezeba xwe diyarî Şoreşa Rojav kiriye û 3 zarokên wê ji bo azadî û aştiyê di 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava de canê xwe feda kirin.  
 
'Parastina axê parastina rûmetê ye'
 
Dayika Cemîla Nûhê da zanîn ku ew çi ji bo doza têkoşîna azadiya Kurd bike hindik e û got:"3 zarokên min Mazlûm, Hogir, Şehreman ji bo axa xwe û rûmeta xwe biparêzin bi dijmin re şer kirin û şehîd ketin. Parastina axê parastina rûmetê ye. Wan rûmeta xwe heta dawî parast. Îro bi saya xwîna şehîdên xwe bi saya Şoreşa Rojava em bi awayekî azad dijîn. Bedelê wê her çiqas giran be jî bi Şoreşa Rojava Gelê Kurd serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistin."
 
'Vegerin ser axa xwe'
 
Dayika Cemîla bang li hemû kesî kir ku vegerin ser axa xwe û wiha domand:"Divê em hemû destên hevdu bigirin û li dijî neyarên ku îro dixwazin destkeftiyên me vala derxin em têbikoşin. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û şehîdan hêjayî pesindayinê ye. Em feyzê ji berxwedana şehîdên xwe digirin û em ê heta dawî şopdarê rêya wan bin."
 
'Em ê xwedî li doza şehîdên xwe derkevin'
 
Cemîlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em ê wekî dayikên şehîdan li hemberî dijmin bisekinin. Em ê jî wekî şehîdên xwe heta dawî axa xwe û rûmeta xwe biparêzin. Bi keda şehîdên bi rûmet Şoreşa Rojava pêk hat. Em ê jî xwedî li doza şehîdan derkevin. "